Parêzerê Kurd: Hikûmeta Almanyayê li hemberî koçberan tundtir bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerekî Kurd Mistefa Qadir li ser polîtîkaya nû ya li dijî koçberan a Almanyayê got, "Hikûmeta Almanyayê li hemberî koçberan tundtir bûye."
Mistefa Qadir her wiha got, “Penaxwazekî Kurd hebû ku 22 salan li Almanyayê ma û zarokên wî yên Alman hebûn lê hat dersînorkirin.”
Hikûmeta Almanyayê polîtîkayeke nû ya li dijî koçberan daye destpêkirin û bi awayekî zêde hewl dide wan dersînor bike.
Parêzerê Kurd ê li Almanyayê Mistefa Qadir, derbarê rewşa koçberan û dersînorkirina wan a li wî welatî, ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî re axivî.
Mistefa Qadir ragihand ku tirmehê 60 koçber bo Îraqê hatine şandin ku hejmarek ji wan Kurd bûne.
"Hinek koçber hene 15-20 sal in li vir in"
Li gorî gotina Mistefa Qadir, ji bo wan koçberên ku tên dersînorkirin, 5-6 sal berê name hatibû şandin ku divê ew xaka Almanyayê biterikînin û got:
“Tiştê cihê mixabiniyê ye ew e ku hinek koçber hene 15-20 sal in li vir in lê tên şandin.”
Wekî ku ew parêzer Mistefa Qadir dibêje, eger ew koçberên ku tên şandin xemsar nebin û tawanan nekiribin, ji sedî 80yê wan dikarin li gorî yasayê mafê mana xwe wergirin.
Mistefa Qadir got ku bendên A û B ên madeya 25an a yasaya penaberiyê ya ku li Parlamentoya Almanyayê derketiye, taybet e ji bo wan kesên ku dosyeya mafê mana wan li welêt bi temamî hatiye girtin û eger şareza bin, dikarin bi kar bînin.
"Ji ber xemsariyê tên dersînorkirin"
Li gorî wî parêzerî, piraniya wan penaxwazên ku mafê penaberiyê li Almanyayê wernagirin, ji ber xemsariya xwe tên dersînorkirin û wek mînak wiha got:
"Welatiyekî xelkê Derbendîxanê, piştî 22 salan mana li Almanyayê û hebûna du zarokên Alman hat dersînorkirin, di demekê de ku eger bi kesên şareza re bişêwiriya, dikarîbû bi rêya yasayê mafê mana xwe werbigire lê di vî warî de xemsar bû.”
Hikûmeta niha ya Almanyayê ku gulana îsal dest bi kar kir, soza tundkirina rêkaran a li hemberî penaxwaz û koçberan dabû.
Mistefa Qadir dibêje, “Siyaseta Almanyayê ya li hemberî koçberan gelekî guheriye û tundtir bûne.
Ti nermiyekê li hemberî wan kesên ku dosyeyên wan bi temamî hatine girtin nîşan nadin.”
Parêzerê Kurd her wiha eşkere kir ku îsal berevajî salên borî, dema ku penaxwazan ji bo nûkirina mafê mana xwe (îqame) serî li saziyên pêwendîdar daye, hatine desteserkirin û piştî girtina rêkarên pêwîst li dadgehan, nameya derketinê bi wan hatiye îmzekirin û hatine dersînorkirin.
"10-15 sal in ku bersiv ji wan re hatiye ku divê Almanyayê biterikînin"
Mistefa Qadir her wiha got, “Ewên ku niha tên şandin, 10-15 sal in ku bersiv ji wan re hatiye ku divê Almanyayê biterikînin lê heta niha guh nedane û li pey karên xwe neketine, belkî jiyana xwe ya asayî domandine.”
Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, par 816 penaxwazên Îraqî hatine dersînorkirin.
Wekî ku Mistefa Qadir dibêje, proseya dersînorkirina koçberên Îraqî li ser xerciya Bexdayê ye û “Hikûmeta Îraqê ji bo vegerandina koçberan gelekî alîkar e û di vî warî de bi temamî hêsankariyê dike.”
22yê Tîrmeha 2025an, Wezareta Koçberan a Herêma Thuringenê ya Almanyayê, dersînorkirina 43 penaxwazên Îraqî piştrast kir û medyaya wî welatî jî diyar kir ku ew 43 penaxwazên ku hatine dersînorkirin, tawan kirine.
Li gorî rapirsiyeke Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a sala 2023yan ku di nav penaxwazên dersînorkirî û vegeriyayî yên Îraqê de hatibû kirin, nêzîkî ji sedî 50yê beşdarên rapirsiyê, diyar kiribû ku nêta wan heye di pêşerojeke nêzîk de careke din ji Îraqê koç bikin.