Bin Ladin hêj sax e

30-08-2015
RÛDAW
Nîşan Bin Ladin
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Karmendê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Amerîkayê Edward Snowden ragihand ku, Rêberê berê yê El Qaîdê Usama Bin Ladin hêj sax e û nemiriye.

Malpereke rûsî li ser zimanê Edward Snowden ragihand: “Bin Ladin zindî ye û li gorî agahiyên îstxbaratî niha ew li girava (cezîreya) Bahamas li Etlantîk wek şahekî dijî.”

Snowden ku niha li Rûsya dijî wiha got: “Çendîn belgeh hene ku diyar dikin, hêj CIA mehane 100 hezar dolar dide Bin Ladin û ew pere bi rêya bazirgan û rêxistinan dikeve ser hesabê Bin Ladin de.”

Wî karmendê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Amerîkayê wiha domand: “Ez ji cihê niha yê Bin Ladin nepiştrast im, lê sala 2013 ew û 5 hevjînên xwe û zarokên xwe di avahiyekê de li girava Bahamas dijiyan.”

Herwiha Snowden ragihand: “CIA di dema ku Bin Ladin dibir wî cihî, şanoyek li ser mirina wî çêdikir û Bin Ladin demeke dirêj bi bandortirîn endamê Dezgeha Îstixbaratê ya Amerîkayê bû û ew şanoya han bi alîkariya Dezgeha Îstixbaratê ya Pakistanê birêve çû.”

Di sala 2011ê de hat ragihandin ku, Usama Bin Ladin ji aliyê tîmeke taybet ji efserên amerîkî li Pakistanê û di mala xwe de hat kuştin û termê wî jî avêtin deryayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst