Rapvanê DAIŞê hat kuştin
Dusseldorf (Rûdaw) - Rapvanê berê yê îslamîst Denis Cuspert yê ji Almanyayê, di vana rojên borî de li Sûriyê hatiye kuştin. Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ev nûçe piştrast kir.
Weke ku berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Elissa Smith diyar kir, Denis Cuspert di êrişeke asmanî ya balafirên amerîkî de, roja 16ê Cotmehê, li nêzîkî Reqayê hatiye kuştin. Di torên civakî de jî wêne hatin belavkirin, ku tê îdiakirin yên laşê Denis Cuspert e.
Beriya sê salan Denis Cuspert ji Almanyayê çûbû Misrê û paşê tevlî DAIŞê bibû. Paştir ew di vîdyoyên propagandayê yên DAIŞê de derdiket û banga tevlîbûna cîhadê li misilmanan dikir. Di nav DAIŞê de wî navê xwe kiribû “Abû Talha al-Almanî“.
Ew tê tometbarkirin ku wî kesên ji Almanyayê kişandibin nav DAIŞê. Dozgeriya Almanyayê ji ber tometbariya bi “sûcên li dijî mirovatiyê“ lêkolîn derheqê wî de destpêkirine. DYA jî di Sibata îsal de ew kiribû lîsteya terorê.
Denis Cuspertê ku bi navê xwe yê hunerî weke “Deso Dogg“ dihate naskirin, ji bavekî ji Gana û dayîkeke alman bû. Ew 1975ê li Berlînê ji dayîk bibû.