Hevdîtina du hêzên qerase: Donald Trump û Xi Jinping çi peyam dan?
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li bajarê Busanê yê Koreya Başûr civiyan.
Serokê Çînê ji bo hewlên wî yên aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên germ ên herêmî pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ji Trump re got:
"Hûn gelekî girîngiyê didin aştiya cîhanê û hûn ji bo çareserkirina pirsgirêkên curbicur ên germ ên herêmî gelekî bi kelecan in.
Ez tevkariya we ya mezin a ji bo peymana agirbesta dawî ya Xezeyê teqdîr dikim."
Xi her wiha amaje bi rola Trump a di peymana aştiyê ya di navbera Kamboçya û Taylandê de kir ku roja yekşemê hatibû îmzekirin.
Ev peyman piştî ku her du welatan tîrmeha îsal pevçûnên sînorî yên kujer pêk anîbûn hatibû îmzekirin.
Ev cara yekem e di şeş salan de ku lîderên du aboriyên herî mezin ên cîhanê rû bi rû dicivin.
Xi û Trump herî dawî Hezîrana 2019an di Lûtkeya G20ê de li Osakaya Japonyayê civiyabûn.
“Nakokî normal in”
Xi bal kişand ser hinek pirsgirêkên li cîhanê û ji Trump re got:
"Îro cîhan rûbirûyê gelek pirsgirêkên dijwar e. Çîn û Amerîka dikarin bi hev re berpirsyariya xwe wekî welatên mezin hilgirin û ji bo berjewendiya her du welatan û hemû cîhanê karên mezin û berbiçav pêk bînin.
Ji ber şert û mercên me yên neteweyî yên cuda, em her tim wekî hev nafikirin û normal e ku di navbera du aboriyên pêşeng ên cîhanê de carinan nakokî çêbibin."
Xi da zanîn ku tîmên bazirganiyê yên Çîn û Amerîkayê yên ku çend caran civiyabûn, di nav de dawiya hefteyê li Malezyayê jî "bipêşketineke hêvîbexi" bi dest xistiye û ji bo dan û standinên dualî "bingeheke saxlem û atmosfereke baş" ava kiriye û berdewam kir:
"Di rûbirûbûna ba, pêlan û zehmetiyan de, divê ez û hûn wekî kaptanên pêwendiyên Çîn-Amerîkayê li ser rêya rast bimînin û rê bidin ku keştiya mezin a pêwendiyên Çîn-Amerîkayê bi awayekî aram bi pêş ve here.”
“Divê Çîn û Amerîka bibin hevpar û dost”
Lîderê Çînê ji Trump re got, "Ez her tim bawer dikim ku bipêşketina Çînê bi vîzyona we ya 'Amerîkayê ji nû ve mezin bike' re hevaheng e" û berdewam kir:
"Her du welatên me bi tevahî dikarin alîkariya hev bikin ku bi ser bikevin û bi hev re geş bibin.
Bi salan e min gelek caran bi eşkereyî gotiye ku divê Çîn û Amerîka bibin hevpar û dost.
Ev tiştê ku dîrokê em fêr kirine û rastiya ku heyî daxwaz dike ye."
“Mizakerevanekî dijwar, lîderekî mezin”
Trump got ku şandeyên Amerîka û Çînê "ji xwe li ser gelek tiştan li hev kiriye" û got ku ew û Xi dê "niha li ser hinek tiştên din jî li hev bikin."
Wî ji rojnamegeran re got, "Serok Xi lîderekî mezin ê welatekî mezin e û ez bawer im ku dê demeke dirêj pêwendiyeke me ya fantastîk hebe. Şanaziyek e ku hûn bi me re ne."
Xi û Trump beriya Civîna Lîderên Aborî ya 32yemîn a Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) ya li bajarê Gyeongjuyê, li Koreya Başûr in.
Trump dema Xi pêşwazî kir, ji rojnamegeran re got, "Em dê civîneke gelekî serkeftî pêk bînin, ti gumana min nîne lê ew mizakerevanekî pir dijwar e. Ev ne baş e.
Em hev baş nas dikin. Têgihîştineke me ya mezin heye. Pêwendiyeke me ya mezin heye."
Beriya vê civîna, şandeya Çînê ya bi serokatiya Alîkarê Serokwezîr He Lifeng, du rojan bi tîma Amerîkayê ya bi serokatiya Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent re li Kuala Lumpura Malezyayê danûstandin kiribûn.
Bessent paşê gotibû ku her du alî gihiştine "çarçoveyeke gelekî berfireh" da ku Xi û Trump li ser mijarên wekî bazirganî û gumrikê biryarê bidin.
Trump paşê got ku "dibe ku" di civîna xwe ya bi Xi re peymaneke li ser xwedîtiya TikTokê ya li Amerîkayê were dawîkirin.
Serokê Çînê got ku ji dema vegera Trump a li Koşka Spî ve, ew û Trump sê caran bi telefonê axivîne û name ji hev re şandine.
Gera Trump a li sê welatên Asyayê qediya ku roja yekşemê bi beşdarbûna wî ya di Lûtkeya ASEANê de li Malezyayê dest pê kiribû û paşê çûbû Japonyayê û herî dawî jî çûbû Koreya Başûr.