Li Hungaryayê elektrîka hin cihên giştî têne birîn
Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Hungarya yê Ewropayê elektrîka hewzên avjenî, salon û pirtûkxaneyan têne birîn. Salona şanoyê ya Shkovizenvor (Şikuvayznvor) li navenda Hungaryayê ye û dibe ku ev salon di demeke nêzîk de ji ber bihabûna nirxê elektirîkê bê girtin. Lewra hikûmet êdî nikare elektrîkê bo vê holê dabîn bike.
Mamosteyê Şanoyê Janos Zikora got, “Em vê avahiyê digirin û li cihek din rahênanê dikin. Em nikarin li ser vê dîkê şanoyê bikin û diçin ciheke din. Em çavarê nakin û divê hizir bikin û xwe biguncînin.”
Hungarya jî weke piraniya welatên din ên Ewropayê rûbirûyî krîza enerjiyê bûye û ji ber bilindbûna berçav a nirxê elektirîkê, Hungarî neçar in tarîtiyê hilbijêrin.
Niha Hikûmeta Hungaryayê ji bo derbaskirina krîza elektirîkê hizra vemirandina glopên cihên giştî yên weke lîstîkgeh, pirtûkxane, navendên avjeniyê û salonên şanoyê kiriye.
Mamosteya Zankoyê Adrian Zilinak got, “Em li zanîngehê hewl didin her car pîşeyan fêrî zarokan bikin û ev jî bi vî awayî dibe. Derbarê avê me ew fêr kirine ku avê vala serf nekin. Niha jî bo elektirîkê em fêrî wan dikin eger ronahiya temam hebe glopan vemirînin.”
Desthilatdarên vî bajarî ku mala 97 hezar kesan e, dibêjin eger nirxê elketirîkê bilindtir bibe, girtina elektirîkê take rêya çareseriyê ye.
Serokê Şaredariya Shkovizenvor Andreas Sezer Palkovix anî ziman, “Eger em van tedbîrên werbigrin ne zêde xweş in, lê pêdivî ne. Wê demê bi nêrîna min eger wiha be hikumet dikare berdewam be xizmetguzariyên giştî dabîn bike û cihê karkirinê biparêze û mûçeyan bide, lê eger heqê elektirîkê zêde bû bi taybet bo demek dirêj, wê demê dibe ku hinek şaredarî hebin ku dahata wan nebe bilindbûna nirxê elektirîkê qerebû bikin.”
Roja 28ê Mijdarê Wezîrê Derve yê Hungaryayê eşkere kir ku ji dema şerê Ukraynayê ve, welatê wî rûbirûyî rewşeke zehmet bûye û tenê di 11 mehên îsal de 19 milyar euro ji bo kirîna gazê xerckiriye. Ev jî di demekê de sala borî tenê 7 milyar euro bi wê armancê xerckiribûn.