Li Amerîkayê êriş, gelek birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stocktonê yê eyaleta Calîforniyayê ya Amerîkayê di encama êrişeke bi çekan de gelek kes birîndar bûn.
Rayedaran ragihand ku roja şemiyê li bakurê Calîforniyayê gulebaran çêbûye û birîndar veguhastine nexweşxaneyê.
Ofîsa Şerîf a San Joaquinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand ku bûyer li Kolana Lucileyê ya Stocktonê rû daye.
Hat diyarkirin ku lêpirsîn berdewam dike û polîsan li dora cihê bûyerê kembera ewlehiyê daniye.
Heta niha derbarê rewşa birîndaran û nasnameya gumanbaran ti daxuyanî nehatine dayîn.