Ukrayna: Hevdîtinên ji bo plana aştiyê li Amerîkayê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî û Parastinê ya Ukraynayê Rustem Umerov ragihand ku civîna ji bo gotûbêjkirina plana aştiyê ya ji bo bidawîkirina şer, li Amerîkayê dest pê kiriye.

Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî û Parastinê ya Ukraynayê Rustem Umerov derbarê dan û standinan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Rustem Umerov da zanîn ku civîna ji bo domandina xebatên li ser plana aştiyê ya ku Amerîkayê ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya û Ukraynayê amade kiriye, li Amerîkayê dest pê kiriye.

Umerov diyar kir ku civîna navborî ji bo dabînkirina aştiyeke dadmend tê lidarxistin û got:

"Ez bi Serokê Ukraynayê (Volodymyr Zelenskyy) re di nava pêwendiyeke berdewam de me."

“Em ji bo aştiyeke rastîn dixebitin”

Umerov bi bîr anî ku hevdîtinên li ser plana aştiyê berê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hatibûn kirin û wiha got:

"Ferman û pêşengiyên me yên zelal hene; parastina berjewendiyên Ukraynayê, diyaloga şênber û bipêşveçûna li ser bingeha serkeftinên ku li Cenevreyê hatine bidestxistin.

Em ji bo aştiyeke rastîn û ewlehiya garantîkirî ya ji bo Ukraynayê dixebitin."

Umerov da zanîn ku ew dê derbarê hevdîtinên ku îro pêk tên de agahiyan bide Zelenskyy.

Serokê Ukraynayê Zelenskyy doh ragihandibû ku şandeya bi serokatiya Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî û Parastinê Rustem Umerov ji bo gotûbêjkirina "plana aştiyê" çûye Amerîkayê.