Trump: Tirkiye dê F-35an li dijî Îsraîlê bi kar neyîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa firotina balafirên şer ên F-35an a ji bo Tirkiyeyê got, "Em vê yekê bi awayekî cidî dinirxînin. Ew dê van qet li dijî Îsraîlê bi kar neyînin, ez soz didim."

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li Floridayê, nirxandinên girîng li ser rojeva Rojhilata Navîn kirin.

Trump tekez kir ku ew bawer dike Îsraîl dê li Xezeyê pabendî pêvajoya agirbestê bibe û got:

"Ez li ser kiryarên Îsraîlê ne bi fikar im. Îsraîl ji sedî 100 li gorî vê planê tevdigere."

Trump diyar kir ku wî bi Netanyahu re bi taybetî li ser Xezeyê hevdîtineke berhemdar kiriye û ji bo "Xelata Aştiyê ya Îsraîlê" ya ku dane wî spasiya Netanyahu kir.

"Em dê li ser Şerîaya Rojava bigihîjin encamekê"

Donald Trump da zanîn ku wan mijara Şerîaya Rojava û niştecihên neyasayî yên li wir jî gotûbêj kiriye û wiha axivî:

"Em demeke dirêj e li ser Şerîaya Rojava nîqaşê dikin.

Ez nikarim bibêjim ku me li ser Şerîaya Rojava ji sedî 100 li hev kirine lê em dê di vê mijarê de bigihîjin encamekê."

Li aliyê din Trump parastina Netanyahu kir û dubare kir ku Îsraîl bi temamî li gorî plana agirbestê ya Xezeyê tevdigere.

Tirkiye, Îsraîl û F-35

Trump li ser pirsa "Gelo îhtimala şerekî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de heye?" got:

"Ez Serokkomar (Recep Tayyîp) Erdogan gelekî baş nas dikim, ew dostekî min ê pir baş e. Ez rêzê lê digirim.

Bîbî (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu) jî rêzê lê digire. Dê di navbera wan de pirsgirêk dernekeve. Em dê ti pirsgirêk nebînin."

Serokê Amerîkayê li ser firotina balafirên şer ên F-35an a ji bo Tirkiyeyê jî helwesta xwe wiha eşkere kir:

"Em vê yekê bi awayekî cidî dinirxînin. Ew dê van qet li dijî Îsraîlê bi kar neynin, ez soz didim."

"Erdogan di rûxandina Esed de alîkarî kir"

Trump diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di pêvajoya guherîna siyasî ya Sûriyeyê de roleke girîng lîstiye û wiha pê de çû:

"Erdogan bû yê ku di jinavbirina Beşar Esed de alîkariyeke mezin kir ku rêberekî gelekî xirab ê Sûriyeyê bû, vê ji bîr nekin.

Ji bo vê qet pesn nexwest lê bi rastî heq dike. Bîbî jî beşdarî vê yekê dibe."

"Rêzê li Ehmed Şer digirim"

Donald Trump behsa têkiliyên Îsraîl û Sûriyeyê jî kir û nêrîna xwe ya li ser Serokkomarê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer anî ziman:

"Ez rêzê li Serokkomarê nû yê Sûriyeyê (Ehmed Şer) digirim, ew kesekî bihêz e.

Tiştê ku niha pêdiviya Sûriyeyê pê heye ev e. Ez hêvî dikim ku Îsraîl dê bi wî re baş derbas bike."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Ehmed Şer heta niha karên baş kirine û di têkoşîna li dijî DAIŞê de gavên girîng avêtine û got:

"Di mijara Sûriyeyê de em û Bîbî xwedî heman têgihiştinê ne."

Gefa li Îranê

Trump li ser îhtimala êrişa Îsraîlê ya li Îranê jî diyar kir ku ew ji bo rewşeke wiha vekirî ye û got:

"Ew (Îran) encamên tiştên ku bikin dizanin. Hûn dizanin ku dê encam giran bin, belkî ji ya carê borî girantir bin.

Dema min cara borî vebijêrk pêşkêşî wan kir, diviyabû Îranê bi me re li hev bikira."