Rêxistinê 25 qereqol kontrol kirine

Navenda Nûçeyan – Çekdarên rêxistina Talîbanê li parêzeha Helmandê ya li başûrê Efxanistanê 25 qereqol zext kirine.

 

Berdevkê Parêzgeriya Helmandê Omar Zawuk ragihand çekdarên bi ser rêxistina Talîbanê ve ji çar aliyên ve êriş birine ser bajêr.


Omar Zawuk wiha got: “Milîtanekî Talîbanê bombeya bi xwe girêdayê ber avahiya polîsan a li navenda bajêr teqand.”


Zawuk diyar kir ku piştî teqînê çekdarên din dest bi êirşê kirine û wiha domand: “Li bajêr şer û pevçûn hê jî berdewam dikin. Em hê jî nizanin çend kuştî û birîndarên me hene.”


Ji aliyê din ve rêxistina Talîbanê jî ragihand ku wan 25 qereqolên polîsan kontrol kirine.