Mînaka Ukrayna û Filistînê: Çeka herî xurt a Kurdan çi ye?
Dusseldorf (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a li Fransayê Kanî Cîhangîriyê ragihand ku medyaya Fransayê kêm cih dide mijarên Kurdan û got, "Ji xeynî partiyên Çep, pir kêm partiyên din behsa Kurdan dikin."
Cîhangîriyê her wiha bangî Kurdan kir ku di xwenîşandan û medyaya civakî de zimanên biyanî bi kar bînin.
Çalakvan û influencer a Kurd Kanî Cîhangîrî di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de behsa rewşa Kurdên li Fransayê, helwesta medyayê û partiyên siyasî û xebatên lobiyê kir.
"Medyaya Fransayê kêm behsa Kurdan dike"
Kanî Cîhangîriyê diyar kir ku ji ber piraniya Kurdan bi Fransî nizanin, kêm dikarin medyayê bişopînin û nizanin çi piştgirî tê dayîn.
Cîhangîrî li ser helwesta medyaya Fransayê got:
"Mixabin, medyaya Fransayê heta îro jî pir kêm behsa Kurdan kiriye, hinek ji wan xwe ji vê mijarê dûr digirin.
Ji xeynî medyayên wekî 'Libération' û 'Le Parisien' ku mijara birîna porê keç û jinên Kurd belav kirin, medyayên din bi awayekî berbiçav, bi taybetî li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li ser vê mijarê neaxivîne û pir kêm hatiye behskirin."
Helwesta partiyên siyasî û surprîza Marine Le Pen
Cîhangîriyê derbarê helwesta partiyên siyasî da zanîn ku partiyên Çep, Çepên Tundrew û Keskan her tim piştgiriya Kurdan kiriye û beşdarî xwenîşandanan bûne.
Cîhangîriyê got, "Parlamenter û senatorên wan di nav xwenîşandanên Kurdan ên li Parîsê de peyam dan û li ser medyaya xwe ya civakî bi awayekî pir baş piştgiriya xwe nîşan dan."
Kanî Cîhangîriyê amaje bi wê yekê kir ku cara yekem Seroka Partiya Bereya Neteweyî Marine Le Pen û Jordan Bardella tweete belav kirine û got, "Ev cihê şokê bû, ji ber ku berê li ser Kurdan neaxivîbûn."
Lobiya Kurdî xwe bi rêxistin dike
Cîhangîriyê destnîşan kir ku tevî hebûna 56 salan a Kurdan li Fransayê, xebatên lobiyê kêm bûn lê niha guherîn çêbûne.
Cîhangîrî wiha axivî:
"Niha û bi taybetî piştî şoreş û berxwedana Rojavayê, ciwanên Kurd, parêzer, xwendekar û mamoste, hemû bi hev re rabûne ser pêyan û komên WhatsAppê ava kirine.
Komek taybet e bi organîzekirina xwenîşandanan li hemû deverên Fransayê û komeke din jî ji bo şandina e-maîlan ji bo hemû parlamenterên Fransayê ye."
Cîhangîrî bi bîr anî ku hefteya borî li Parîsê xwenîşandanek ji bo Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin û 10 hezar kes beşdar bûn.
"Divê em medyaya civakî wekî Ukrayna û Filistînê bi kar bînin"
Kanî Cîhangîriyê bal kişand ser giringiya bikaranîna zimanên biyanî di medyaya civakî de û mînaka Ukrayna û Filistînê da.
Cîhangîriyê got "Dengvedana doza Ukrayna û Filistînê li cîhanê, bi rêya çêkirina vîdeo û posterên bi zimanên biyanî bû.
Ez dixwazim gelê me li ser vê rêçikê berdewam be û karibe bi zimanê biyanî vîdeoyan çêbike.
Yên ku naxwazin rûyê wan diyar be, dikarin vîdeoyên kesên din belav bikin yan jî post û wêneyan bi zimanên biyanî belav bikin."
"Divê dirûşm ne bi Kurdî bin"
Cîhangîriyê di dawiya axaftina xwe de bangî Kurdên diyasporayê kir û got:
"Dema em diçin xwenîşandanan, divê em dirûşman bi Kurdî nebêjin.
Eger em li nîvê Parîsê yan Berlînê bin, divê em bi Fransî yan bi Almanî biaxivin da ku em xelkê din bikşînin bal xwe.
Tiştên ku tên serê Rojava pir dijwar û nexweş in, lewra divê em hewl bidin di warê ragihandin û medyaya civakî de xelkê bikşînin bal xwe."