Nils Schmid: Bihêzbûna DAIŞê ya li Îraq û Sûriyeyê ji bo Ewropayê gef e
Berlîn (Rûdaw) - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Nils Schmid ragihand ku dirêjkirina erkê artêşa welatê wî yê li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehiya Ewropayê ye.
Schmid hişyarî da ku xurtbûna DAIŞê ya li herêmê, dê bibe sedema teşwîqkirina êrişên terorî li nava Ewropayê.
Nils Schmid di hevpeyvîna li gel Nûçegihana Rûdawê ya Almanyayê Ala Şaliyê de amaje pê kir ku gefa serhildana DAIŞê bi taybetî ji ber wan guherînên ku li Sûriyeyê çêdibin hîn berdewam dike.
Schmid got, "Pêwîst e artêşa Almanyayê erkên xwe bidomîne, çimkî rahênana bi hêzên ewlehiyê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo rêlibergirtina DAIŞê karekî bingehîn e."
"Terora navneteweyî gefê li me dike"
Wî parlamenterê Alman diyar kir ku ewlehiya Ewropa û Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne û got:
"Terora navneteweyî gefê li Almanyayê jî dike. Me berê êrişên hovane yên DAIŞê li Ewropayê dîtin.
Eger ew rêxistin li Sûriye û Îraqê xurt bibe, dê rasterast li welatên me jî terorîstan teşwîqî êrişkirinê bike."
Ev daxuyaniyên Nils Schmid piştî wê yekê hatin ku Parlamentoya Almanyayê bi awayekî fermî biryar da ku dema mana hêzên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dirêj bike.
Ev biryar di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de, bi armanca aramî û rêlibergirtina her valahiya ewlehiyê hat dayîn da ku DAIŞ sûdê jê wernegire.
Rûdaw: Birêz Schmid, di vê dema hestiyar de ku egera serhildana DAIŞê heye, dirêjkirina mana hêzên Almanyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê çi qasî girîng e?
Nils Schmid: Belê, xurtbûna DAIŞê hîn jî îhtimaleke vekirî ye. Em bi taybetî guherînên li bakurrojava û bakurrojhilatê Sûriyeyê dibînin. Ev tê wê wateyê ku pêdiviya me hîn bi vê erkê heye. Bi taybetî rahênana bi hêzên ewlehiyê yên li bakurê Îraqê û tevahiya Îraqê wekî erkekî dimîne ku divê artêşa Almanyayê tê de berdewam bike.
Rûdaw: Gelo dirêjkirina mana hêzên artêşa Almanyayê ya li Îraqê çi qasî girîng bû?
Nils Schmid: Ev gelekî girîng bû, çimkî terora navneteweyî gefê li me, li Almanya û Ewropayê jî dike. Me li nava Ewropayê êrişên gelekî metirsîdar ên DAIŞê dîtin. Eger DAIŞ li Sûriye û Îraqê bi hêz bibe, dê li nava Ewropayê jî teşwîqî êrişkaran bike. Ji ber vê yekê, berdewamiya operasyonên li dijî DAIŞê gelekî girîng e.