Ehmed Şer li Londonê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serookomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer dest bi geşteke fermî ya Brîtanyayê kir.

Ev cara yekem e ku ji dema wergirtina desthilatê ve wî welatî ziyaret dike.

Tê çaverêkirin ku di vê geştê de li ser rêyên bipêşxistina têkiliyan û bihêzkirina hevkariya her du welatan gotûbêj werin kirin.

Civînên li Londonê

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) îro ragihand ku Ehmed Şer bi şandeeyeke bilind a wezîran re gihîştiye Londonê.

Armanca vê ziayretê ew e ku bi berpirsên pilebilind ên Brîtanyayê re bicive û li ser bipêşxistina têkiliyan û hevkariya di warên cihêreng de raweste.

Têkiliyên Sûriye û Brîtanyayê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed ji nû ve dest pê kir.

Ehmed Şer, 5ê Tîrmeha 2025an Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy li Şamê qebûl kiribû.

Sûriyeyê Çiriya Paşîn a 2025an, piştî 13 salan balyozxaneya xwe ya li Londonê dîsa vekir.

Ev yek di dema serdana fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ya Brîtanyayê de pêk hat.

Peymanên bi şîrketên Almanyayê re

London, rawestgeha duyem a geşta Ewropayê ya Ehmed Şer e.

Geşta wî roja yekşemê bi ziyareta Berlînê dest pê kiribû.

Ehmed Şer li wir bi berpirsên pilebilind ên Almanyayê re civiya û ew li ser rêyên bipêşxistina têkiliyên her du welatan û bihêzkirina hevkariyê axivîn.

Ehmed Şer li Berlînê bi nûnerên çendîn şîrketên mezin ên Almanyayê re jî civiya ku wezîrên karên derve, aborî, enerjî û yên alîkariya lezgîn jî di civînê de amade bûn.

Şîrketan di gelek warên aboriyê yên wekî enerjî, darayî, ewlehî, veguhertina dîjîtal, avahîsazî, tenduristî û karên lojîstîk de pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di encama civînê de, di navbera Sûriyeyê û şîrketên beşdar de çend peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Sûriye deriyên xwe vedike

Her wiha di vê ziyaretê de, Sûriyeyê bi Almanyayê re peymaneke hevkariyê ya di warê veguhestina asmanî de îmze kir.

Ev pêngav di çarçoveya bihêzkirina hevparî û berfirehkirina hevkariya her du welatan de hate avêtin.

Beriya niha, Almanyayê jî 25ê Adara 2025an, piştî 13 salan balyozxaneya xwe ya li Şamê vekiribû.

Hikûmeta Sûriyeyê hewl dide ku bi rêya îmzekirina peymanên navneteweyî û kişandina hilbirîneran aboriya welêt baştir bike.

Hikûmet ji bo vê yekê, deriyên xwe ji bo civaka navneteweyî vedike.

Ev pêngav bi taybetî piştî destpêkirina qonaxa nû ya li wî welatî gelekî girîng in.