Gelo Trump ji şerê Îranê poşman bûye?
Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hevkarên xwe yên nêzîk re gotiye ku ew amade ye dawî li operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bîne.
Ji vekirina deriyên dojehê yên li ber Îranê, heta bi amadebûna rawestandina şer û vekişînê, ev nêrîna niha ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Şîrovekar Mark Cancian li ser vê mijarê got, "Em hêvî dikin ku ev rast be lê ez wisa nafikirim ku ew qasî hêsan û sade be.
Trump carinan daxuyaniyên nakok dide lê di dawiyê de ew wê pêngavê diavêje ku berê xwe jê re amade kiriye."
Operasyoneke sînordar
Medyaya Amerîkayê li ser zarê berpirsên Birêvebiriya Trump ragihand ku serok û şêwirmendên wî gihîştine wê baweriyê ku operasyoneke leşkerî ya mezin a ji bo vekirina Tengava Hurmizê, dê şer ji wê çarçoveya demkî ya ku Trump diyar kiriye gelekî derbas bike.
Lewma Trump biryar daye ku destpêkê li armancên sereke bixe.
Wate, ew dê destpêkê hêza deryayî û hêza mûşekan a Îranê asteng bike û piştre bi rêya guvaşên dîplomatîk an jî bi alîkariya hevalbendên xwe ji bo vekirina rêya avî bixebite.
Mark Cancian li ser operasyonan got, "Bêguman pêwîstiya vê bi hêza leşkerî heye.
Ew dikarin Girava Xarkê dagir bikin lê ew dê tenê operasyoneke sînordar be û gumanên mezin hene ku Amerîka karibe ji bo demeke dirêj li wê giravê bimîne."
Gefên Îranê û egera êrîşa bejayî
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî daxuyanî da û gef li Amerîka û Îsraîlê xwarin.
Îbrahîm Zulfiqarî got, "Nirxandinên şaş ên Serokê Amerîkayê û serokên rejîma siyonîst bûn sedem ku neteweya qehreman û hêzên çekdar bi pîvanên xwe yên madî û dinyayî binirxînin.
Divê dijminên têkçûyî yên Amerîkî û siyonîs bizanin, neteweya hişyar, xweragir û lawên wan ên serbilind ên di nav hêzên çekdar de selimandiye ku ew dê piyêm her destdirêjkaran bibirin ku bixwaze destdirêjiyê bike ser welatê wan."
Tevî ku qala dan û standinên Amerîka û Îranê yên bi navbeynkariya Pakistanê tê kirin jî mijara êrişeke bejayî jî germ e û amadekariyên ji bo wê gelek û berfireh in.