Pisporên Rûs: Dibe ku Amerîka bi darê zorê Tengava Hurmizê veke

Moskow (Rûdaw) - Berpirsên Rûsyayê derbarê Tengava Hurmizê dibêjin, Moskow li dijî siyasîkirina wê rêya avî ye.

Birêvebirê Giştî yê Konseya Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Ivan Timofeyev ji Rûdawê re got, berpirsyariya vî şerê li Rojhilata Navîn di stûyê Amerîka û Îsraîlê de ye.

Pisporekî Rûsî jî dibêje, Amerîka êdî nikare dest ji mijara Tengava Hurmizê berde.

Li gorî wî, dibe ku Amerîka bi hêza leşkerî tengavê veke lê ew yek dê bibe pîvaneke din a şer.

"Keştiyên dijminan nikarin derbas bibin"

Tehranê ragihand ku wan hinek astengiyên li ser Tengava Hurmizê rakirine û destûr daye ku keştiyên hinek dewletên "dost" tê re derbas bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê da zanîn ku keştiyên "dijminên" Tehranê hîn jî dê nekaribin tengavê bi kar bînin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê berê ragihandibû, "Moskow daxwaza bidawîanîna êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê dike û di wê baweriyê de ye ku ev yek dê rewşa Tengava Hurmizê vegerîne asayîbûnê."

"Şer ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye destpêkirin"

Birêvebirê Giştî yê Konseya Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Ivan Timofeyev li ser rewşê axivî û got:

"Rûsya li dijî siyasîkirina wê binesaziya veguhastina petrolê ye ku di encama vî şerî de derketiye holê.

Şer ne ji aliyê Rûsyayê ve, ji aliyê Amerîkayê û Îsraîlê ve hatiye destpêkirin. Loma jî berpirsyariya vê rewşa ku li herêma Kendava Farisî derketiye holê, di stûyê wan de ye."

Piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê ya 28ê Sibatê, Tehranê bazirganiya bi rêya Tengava Hurmizê rawestand.

Divê were gotin ku ji sedî 20ê petrola cîhanê û zêdetirî ji sedî 30yê gaza şilkirî di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

"Amerîka nikare dest jê berde"

Rêvebirê Lêkolînan ê Klûba Nîqaşan a Valdayê Fyodor Lukyanov jî li ser girtina tengavê daxuyanî da û got:

"Astengkirina Tengava Hurmizê ne ji ber xwe ve ye, wekî bersiveke Îranê ya li hemberî êrişên li ser wê derketiye holê.

Ji bo Îranê, kontrolkirin û astengkirina wê guzergeha veguhastinê ya ku ji bo cîhanê xwedî girîngiyeke stratejîk e, amûreke sereke ya kartêkirinê ye.

Amerîkayê heta niha nekariye tengavê veke û ev yek jî derbeyeke giran e li îmaj û derfetên wê.

Loma jî bi ya min, Amerîka nikare dest jê berde. Eger hewl bide ku bi darê zorê tengavê veke, ew dê bibe şêwaz û pîvaneke din a şer."

Rûsya wekî "welatekî dost" hat dîtin

Hat zanîn ku di nav wan welatên ku Îranê rê daye keştiyên wan di Tengava Hurmizê re derbas bibin de Rûsya, Hindistan, Îraq, Çîn û Pakistan hene.

Li Moskowê bi awayekî erênî bertek nîşanî vê pêngava Tehranê hat dayîn.

Alîkarê Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Senatoya Rûsyayê got:

"Her çend em bi xwe hinardekarên petrolê ne û em çavkaniyên Îran û welatên din ên Kendava Farisî bi kar naynin jî lê em kêfxweş in ku Îran me wekî welatekî dost dibîne.

Em jî Îranê wekî dewleteke dost dibînin."