Trump: Hevalbendên me alîkariya me nekir, em jî alîkariya wan nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne li wan welatan girt ku ji ber girtina Tengava Hurmizê rûbirûyî krîza sotemeniyê bûne.

Trump ragihand ku Amerîka êdî alîkariya wan nake û divê ew bi xwe fêrî şer bibin û petrola xwe bînin.

Donald Trump di peyameke nû de li ser Tora Truth Socialê, rexne li hevalbendên Amerîkayê, bi taybetî li Brîtanyayê girtin çimkî wan nexwest beşdarî şerê li dijî Îranê bibin.

Trump di peyama xwe de nivîsî: "Hemû ew welatên ku ji ber Tengava Hurmizê nikarin sotemeniya firokeyan peyda bikin, wekî Brîtanyaya ku red kir beşdarî rûxandina serkirdayetiya Îranê bibe; du pêşniyarên min ji bo we hene."

"Ji Amerîkayê bikirin, li cem me gelek heye"

Serokê Amerîkayê bi zimanekî tund li ser paşeroja têkiliyên leşkerî yên bi hevalbendan re wiha peyivî: "Divê hûn fêr bibin ka hûn dê çawa ji bo xwe şer bikin. Amerîka êdî amade nîne alîkariya we bike; tam wekî ku we alîkariya me nekir."

Trump tekez kir ku Amerîkayê karê herî giran kiriye û nivîsî: "Îran bi bingehîn hatiye rûxandin. Beşa giran qediya. Herin petrola xwe bînin!"