Wezîra Fransayê: Em nakevin nav şerekî ku armancên wî ne zelal in
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Dewletê ya Fransayê Eleonore Caroitê got, "Em nakevin nav şerekî ku armancên wî ne zelal in û qanûnên navneteweyî bin pê kirine"
Wezîra Dewletê ya Fransayê ya Kar û Barên Welatên Frankofon, Hevbeşiyên Navneteweyî û Welatiyên Fransayê yên li Derveyî Welêt Eleonore Caroitê derbarê helwesta Parîsê ya li hemberî şerê niha yê li Rojhilata Navîn û daxwazên Amerîkayê yên ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê daxuyanî dan.
Mercên Fransayê ji bo beşdarbûna di erkên deryayî de
Eleonore Caroitê ragihand ku Fransa bi hûrgilî rewşê dinirxîne û amaje bi wê yekê kir ku welatê wê alîgirê pêkanîna "erkeke navneteweyî ya tenê ji bo parastinê ye" da ku parastina keştiyan bike.
Wê her wiha tekez kir ku Parîs naxwaze bi awayekî çalak bikeve nav şerekî ku armancên wî bi zelalî ne diyar in.
Wezîra Fransayî rexne li şêwaza destpêkirina şer girtin û got, "Di bingehê de ji me nehatiye xwestin ku em dixwazin beşdar bibin yan na, her wiha ev şer di çarçoveya qanûnên navneteweyî de dest pê nekiriye."
Caroitê destnîşan kir ku Fransa zêdetirî 250 salî ye hevpeymana Amerîkayê ye lê bi rastî ji ber ku ew dost in dikarin bi eşkereyî ji Washingtonê re bibêjin ku divê beriya her gaveke din çarçoveyeke navneteweyî û hewldanên dîplomatîk hebin.
Dîplomasî: Tekane rêya rizgariyê
Eleonore Caroitê derbarê dan û standinên bi Tehranê re piştrast kir ku Fransa bi Îraniyan re di nav gotûbêjan de ye û got, "Armanca me ya sereke destpêkirina ducare ya guftûgoyên dîplomatîk e çimkî ev tekane rêya rizgariyê ye ji bo parastina sivîlan."
Wê wezîrê bal kişand ser wê yekê ku Fransa dixwaze bernameya nukleerê ya Îranê were rawestandin û veguhastineke demokratîk li wî welatî rû bide lê ev tenê bi dîplomasiyê dibe.
Caroitê eşkere kir ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi hemû serkirdeyên navçeyê re di nav de Serokkomarê Îranê, Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Libnanê di nav guftûgoyên berdewam de ye ji bo rawestandina bombebarankirina sivîlan.
Parastina welatiyên Fransayî û pirsgirêka baweriyê
Ji aliyekî din ve, Wezîra Dewletê ya Fransayê behsa wê yekê kir ku nêzîkî 400 hezar welatiyên Fransî li 15 welatên navçeyê dijîn.
Ji ber şer, Parîsê nêzîkî 20 balafir ji bo vegerandina bi hezaran welatiyên xwe terxan kirine.
Caroitê tekez kir ku parastina welatiyên wan yek ji karên herî pêşîn e.
Derbarê daxuyaniyên Donald Trump ên ku gotibû "Her dema ku em hewl didin bi serkirdeyekî nû yê Îranê re biaxivin, ew tê kuştin", Caroitê diyar kir ku rêya dîplomatîk her tim zehmettir e lê tenê ew rêya berdewam e û got, "Tu nikarî çi qasî bixwazî bombebaran bikî eger tu piştrast nebî ku kesekî te heye ku tu paşê pê re biaxivî."
Petrol û berjewendiyên Tengava Hurmizê
Eleonore Caroitê di dawiya daxuyaniyên xwe de, ew hinceta îdareya Amerîkayê red kir ku dibêje Ewropa zêdetirî Amerîkayê pişta xwe bi petrola Tengava Hurmizê ve girê daye.
Caroitê got, "Ji sedî 20ê bazirganiya petrola cîhanê di wê gavê re derbas dibe lewma em hemû pişta xwe pê ve girê didin."
Wezîra Fransayî tekez kir ku berjewendiya hemûyan di aştiyê de ye û amaje bi pêwendiya navbera Îran û Rûsyayê kir ku bi gotina wê "pêwendiyeke rasteqîn e" û bandora wê li ser şerê Ukraynayê jî heye ku di encamê de bandorê li berjewendiyên Amerîkayê jî dike.
Pirs: Heta niha we çi ji Amerîkayê nebihîstiye ku bûye rêgir ku hûn bibêjin "Belê, em dê keştiyên xwe bînin herêmê û em dê hevkar bin di parastina veguhastina sotemeniyê ya bi rêya Tengava Hurmizê re"? Hûn li benda bihîstina çi ne?
Eleonore Caroit: Niha em mijûlî analîzkirina rewşê ne. Wekî min got, em bi erkeke navneteweyî re ne ku tenê armanca wê parastin be, wekî mînak ji bo parastina keştiyan lê em naxwazin bi awayekî çalak bikevin nav şerekî ku armancên wî bi zelalî ji me re diyar nebûne ku di bingehê de ji me nehatiye xwestin ka em dixwazin beşdarî tê de bikin yan na, û di çarçoveya qanûnên navneteweyî de jî dest pê nekiriye.
Em hevpeymanên Amerîkayê ne, zêdetirî 250 salan e em hevpeyman in lê tam ji ber ku em hevpeyman û dost in û ji bo demeke dirêj e bi hev re ne, em dikarin bi eşkereyî bi hev re biaxivin û daxwaz bikin ku beriya ketina nav vê rewşê, çarçoveyeke navneteweyî û destpêkirina ducare ya hewldanên dîplomatîk hebe.
Pirs: Mijeke zêde li ser wê yekê heye ka dan û standinên navbera Amerîka û Îranê çawa bûn. Serok Trump dibêje dan û standin girîng in û bi pêş ve diçin lê Îranî gelekî kêm didin xuyakirin. Gelo Fransa bi Îraniyan re di nav guftûgoyan de bûye?
Eleonore Caroit: Belê, bi rastî wekî min got, armanca me ya sereke destpêkirina ducare ya guftûgoyên dîplomatîk e, çimkî ev tekane rêya rizgariyê ye. Em ne li vir in ji bo rexnegirtinê yan jî tenê ji bo axaftina li ser qanûnên navneteweyî wekî têgehekê; ev bi rastî tekane rê ye ji bo piştrastbûna ji wê aramiya aloziyan ku pêwîst e ji bo parastina sivîlan û dîtina çareseriyekê.
Em dixwazin bernameyên nukleerê yên Îranê werin rawestandin. Em dixwazin piştrast bin ku veguhastineke demokratîk li Îranê rû dide. Ez bi xwe bi awayekî kesî beşdarî berevaniya mafên jinan li Îranê bûme lê divê em bi şêwazekî ku bibandor be bikin, tekane rê jî dîplomasî ye.
Lewma Serok Macron bi hemû serokên navçeyê re, di nav de Serokkomarê Îranê axiviye ji bo daxwaza aramkirina aloziyan û rawestandina bombebarankirina sivîlan li navçeyê. Tiştekî balkêş ew e ku di civîna "Koma Heftê" (G7) de ku hefteya borî birêve çû, daxuyaniyeke hevbeş li ser girîngiya parastina sivîlan û rawestandina bombebarankirina sivîlan li navçeyê hebû.
Pirs: Lê hûn çawa dikarin parastina bi sed hezaran welatiyên Fransî li navçeyê bikin, dema ku Îran bi arasteyî baregehên Amerîkayê mûşekan diavêje û êrişî Qeter û Îmaratê dike? Hûn çawa parastina Fransiyan dikin?
Eleonore Caroit: Baş e, ew karê min ê rojane bû di hefteyên borî de û ez bawer im ji bo gelek ji endamên din ên hikûmetên cîhanê jî wisa bû, çimkî wekî min got, 400 hezar Fransayî li wan 15 welatan dijîn û gelek ji wan dema şer dest pê kir, xwestin vegerin Fransayê. Lewma me nêzîkî 20 balafir terxan kirin ji bo vegerandina bi hezaran Fransiyan bo niştiman û piştrastbûn ji wê yekê ku asmanê navçeyê vekirî be da ku niha karibin vegerin.
Yên ku mane jî, ew kes in ku li wir dijîn û li bendê ne ku bizanibin rewş ber bi ku ve diçe, her ji ber wê jî ye ku em ew qasî bi awayekî çalak kar ji bo aramkirina rewşê dikin, çimkî ez ducare dikim, karê me yê pêşîn, wekî ku ez piştrast im ji bo desthilatdarên Amerîkayê jî wisa ye, parastina welatiyên me ye.
Pirs: Dîplomasî çawa dikare kar bike dema ku cara dawî ku dîplomasî hebû, dema civîn hebûn û guftûgo û dan û standin di navbera Îranî û Amerîkiyan de li holê bû, tam di nîveka wê dan û standinê de bû ku Amerîka û Îsraîlê li Îranê xist û ev şer dest pê kir? Naxwe bawerî çawa vedigere? Ji xeynî wê jî, heta Serok Trump jî got "Em nizanin; her dema ku em hewl didin bi serkirdeyekî nû yê Îranê re biaxivin, ew tê kuştin". Lewma ji aliyê Amerîkayê û ji nêrîna Serok Trump ve celebeke tevlîheviyê heye ka bi hûrgilî biryar di destê kê de ye.
Eleonore Caroit: Baş e, Serok Macron bi Serokkomarê Îranê re di nav guftûgoyê de ye û ez nabêjim ew guftûgo hêsan in. Bê guman bi Benjamin Netanyahu re jî diaxive. Her wiha bi Serokê Libnanê Joseph Aoun re jî diaxive. Sedema ku em di axaftina bi hemûyan re berdewam in ew e ku divê em li ser rêbazên sereke hevnêrîn bin.
Yek ji wan parastina sivîlan e. Ya din destpêkirina ducare ya bazirganiyê ye. Yekî din jî çareserkirina şêwaza miameleya nukleerî ya Îranê ye. Ez nabêjim ev hêsan e. Di rastiyê de her tim rêya dîplomatîk zehmettir e lê tekane rêya berdewam û herdemî ye. Tu nikarî çi qasî bixwazî bombebaran bikî eger tu piştrast nebî ji wê yekê ku veguhastinekê bi xwe re tîne.
Piştî wê, eger tu piştrast nebî ku kesekî te heye ku tu pê re biaxivî, wê demê tu nizanî kengî encam derdikevin. Her ji ber vê jî ye ku em xwediyê vê helwestê ne. Mebesta min ne ew e ku em ne bi we re ne, em wekî min got hevpeyman in, lê em alîgirê rêbazên dîplomatîk in.
Pirs: Nêrîna te çi ye li ser wê hinceta îdareya Amerîkayê ku dibêje Ewropa gelekî zêdetir pişta xwe bi wê petrolê girê daye ku ji Tengava Hurmizê tê wekî ji Amerîkayê? Her ji ber wê Ewropa divê zêdetir têkildarî parastina wê gavê bibe.
Eleonore Caroit: Baş e, ji sedî 20ê bazirganiya petrola cîhanê bi rêya wê gavê re derbas dibe, lewma di rastiyê de em hemû pişta xwe pê ve girê didin. Her wiha em pişta xwe pê ve girê didin, çimkî berjewendiyên me li navçeyê hene û Amerîkayê jî çendîn berjewendî li navçeyê hene. Em hevbeşekî cihê baweriyê ne.
Rêkeftin û hevbeşiya me bi welatên Kendavê re hene û em dixwazin pêbendî wan bin. Lewma ez bawer nakim mentiqî be em polenkirinê bikin ji bo wê yekê ka kê zêdetir pişta xwe pê ve girê daye. Ez bawer im berjewendiya hemûyan di aştiyê de ye.
Aştî li wir, û her wiha aştî li Ukraynayê jî; bê guman em ji Ukraynayê nêzîktir in lê di dawiyê de eger ev şer berdewam bin bandora wan dê li ser Amerîkayê jî hebe, her wiha divê hûn bifikirin li wê pêwendiya ku di navbera Îran û Rûsyayê de heye ku pêwendiyeke rasteqîn e û hatiye îsbatkirin.