Pete Hegseth: Rojên li pêş ji bo Îranê dê bibin çarenivîsaz
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku rojên li pêşiya me ji bo gavên wan ên li dijî Îranê dê "çarenivîsaz" bin.
Hegseth tekez kir ku Amerîka dixwaze rêkeftinek were kirin lê eger Îran razî nebe, ew amade ne bi tundiyeke zêdetir operasyonên xwe bidomînin.
Pete Hegseth li Pentagonê daxuyaniyeke çapemeniyê da û bal kişand ser serdana xwe ya roja şemiyê ya ji bo baregehên leşkerî yên li herêmê.
Hegseth diyar kir ku moralê leşkerên Amerîkî gelekî bilind e lê berevajî vê yekê, artêşa Îranê herifiye.
Hegseth di berdewamiyê jî de got, "Şiyana leşkerî ya Îranê bi rêjeyeke mezin ji nav çûye.
Hejmara mûşekên ku Îranê di 24 saetên borî de avêtine, gihiştiye asta herî kêm a ji destpêka şer ve.
Em dizanin ku di nav artêşa Îranê de firariya mezin dest pê kirine."
"Donald Trump blofan nake"
Hegseth anî zimên ku eger Îran "aqilmend" be dê dan û standinan bike û rêkeftinekê mohr bike.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê hişyarî da birêvebirên nû yên Îranê û got:
"Serok Donald Trump blofan nake û bi paş ve gav navêje. Divê pergala nû ya Îranê ji ya berê aqilmendtir be û teslîmiyetê qebûl bike.
Yan na, Wezareta Şer dê êrişên xwe gurtir bike."
Hişyariya operasyona bejayî: 15 rêyên me yên cuda hene
Hegseth li ser îhtimala şandina 10 hezar leşkerên nû û destpêkirina operasyoneke bejayî, nêta welatê xwe eşkere nekir lê wiha axivî:
"Mirov bi eşkereyî nêta xwe ya operasyona bejayî nabêje û wilo şer qezenc nake.
Niha neyarên me wilo difikirin ku 15 rêyên me yên cuda hene ku em bi rêya bejayî li wan bixin. Û bizanibin; bi rastî jî ew qas rêyên me hene."
Banga ji bo Tengava Hurmizê û hevalbendan
Hegseth diyar kir ku girtina Tengava Hurmizê aboriya cîhanê hejandiye û li Amerîkayê bihayê benzînê ji 4 dolaran derbas bûye.
Wezîrê Amerîkayê daxwaza Trump a ji bo hevalbendan ducare kir û wiha domand:
"Ev ne tenê pirsgirêka Hêza Deryayî ya Amerîkayê ye. Pêdivî ye hêzên wekî Hêza Deryayî ya Brîtanyayê jî ji bo vekirina vê rêya avê ya krîtîk berpirsyariyê bigirin ser xwe."
Hişyariya ji bo Rûsya û Çînê
Hegseth bal kişand ser raporên ku dibêjin Rûsya û Çîn alîkariya îstîxbarî didin Tehranê û got:
"Em gelekî baş dizanin ku Rûsya û Çîn bi Îranê re çi dikin. Em agahdar in ku hevrikên me hinek agahiyên ku nabe werin parvekirin dane Îranê û em li hemberî vê gavên pêwîst diavêjin."
Amarên ziyanên Amerîkayê
Pete Hegseth eşkere kir ku ji destpêka operasyona "Hêrsa Dastanî" ve heta niha 13 leşkerên Amerîkayê mirine û 300 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî gotina Pete Hegseth ku piraniya birîndaran vegeriyane ser karên xwe.