Çîn û Pakistanê ji bo şerê Îranê plana aştiyê pêşkêş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çîn û Pakistanê ji bo rawestandina şerê li Rojhilata Navîn ê ku mehek li pey xwe hiştiye banga agirbesteke lezgîn kir.

Her du welatan ji bo çareserkirina krîza ku navenda wê Îran e vîzyoneke hevpar a aştiyê ya 5 xalî pêşkêş kir.

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar li Pekînê bi hevtayê xwe yê Çînî Wang Yi re civîneke bilind pêk anî.

Piştî vê civînê ji her du welatan ji bo pêkanîna aştî û aramiya li Rojhilata Navîn daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniya 31ê Adara 2026an de balê kişandin ser bandorên cîhanî yên kûrbûna krîzê.

Plana çareseriyê ya ji 5 xalan pêk tê

Ev hewla ku armanc dike aloziya li herêmê kêm bike van 5 xalên bingehîn li xwe digire:

1- Demildest rawestandina êrişan û di dema herî kurt de destpêkirina dan û standinên aştiyê.

2- Bidawîkirina êrişên li ser sivîlan û bi taybetî parastina binesaziyên jiyanî yên wekî dezgehên enerjiyê û stasyonên parzûnkirina avê.

3- Dabînkirina ewlehiya rêyên avê û garantîkirina berdewamiya bêasteng a çûn û hatina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê.

4- Avakirina aştiyeke mayînde li ser bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û prensîbên hiqûqa navneteweyî.

5- Dûrketina aliyan a ji gefa bikaranîna hêzê û qebûlkirina dîplomasiyê wekî "tekane rêya çareseriyê ya rasteqîn".

Pakistan amade ye mazûvaniyê bike

Birêvebiriya Pakistanê ducare kir ku ew amade ye mazûvaniya dan û standinên "bi wate" yên di navbera Washington û Tehranê de bike.

Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tesnîmê ragihand ku Tehranê bersiva xwe daye.

Li gorî nûçeyê, Tehranê bersiva xwe ya ji bo plana aştiyê ya 15 xalî ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşkêş kiribû bi rêya Îslamabadê gihandiye Washingtonê.

Her çi qasî birêvebiriya Îranê di asta fermî de hevdîtina rasterast a bi Amerîkayê re red bike jî trafîka dîplomasiya nerasterast a bi rêya Pakistanê didome.

Siyaseta 'hevsengiyê' ya Çînê

Çîna ku şirîkê herî mezin ê aborî yê Îranê ye, ji destpêka şer ve ti piştgiriya leşkerî ya ji bo Tehranê eşkere nekiriye.

Pekîn ji bo parastina aramiya herêmî her tim balê dikişîne ser agirbestê.

Di heman demê de Çîna ku di aloziyên di navbera Pakistan û Efxanistanê de jî rola navbeynkariyê dilîze, hewl dide li seranserê herêmê blokeke "aramiyê" ava bike.

Mohleta ku Amerîkayê daye Tehranê dê 6ê Nîsanê biqede.

Dema ku ev dem nêzîk dibe, ev hewla 5 xalî ya Çîn û Pakistanê wekî gava kolektîf a herî şênber a ji bo rêlibergirtina şerekî giştî yê li herêmê tê dîtin.