Alexander Dobrindt: Sûriye êdî welatekî aram e, em penaberan vedigerînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt ragihand ku Sûriye êdî bûye welatekî aram û mirov dikare lê bijî.

Dobrindt eşkere kir ku piştî dan û standinên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re, ew dê di nava çend rojan de dest bi pêvajoya vegerandina penaberan bikin.

Alexander Dobrindt ji Rûdawê re axivî bal kişand ser amadekariyên vegerandina penaber û tawanbaran.

Dobrindt diyar kir ku vegerandinên ku berê hatine kirin serkeftî bûne û ev yek ji bo pêvajoya nû bûye bingeh.

"Sûriye êdî herêmeke aram e"

Wezîrê Alman li ser asayîş û aramiya Sûriyeyê wiha peyivî:

“Bi baweriya min, niha li Sûriyeyê rewşeke wilo heye ku ewlehî dikare lê were avakirin.

Sûriye êdî herêmeke wilo ye ku mirov dîsa dikare lê bijî, wê ava bike û di serkeftina wê de bibe hevpar.

Ez bawer dikim ev di berjewendiya gelek Sûriyeyiyan de ye.”

Dan û standinên bi Şamê re

Dobrindt destnîşan kir ku wan vê heftiyê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û gelek berpirsên din re dan û standin kirine.

Wezîrê Alman her wiha anî zimên ku berpirsên Sûriyeyî ji bo welatekî seqamgîr gelekî bi kelecan in û di vî warî de hilberînên mezin dikin.

Dobrindt di berdewamiyê jî de got, “Em li ser pêvajoyeke nû li hev hatine.

Ew pêvajo dê di rojên bê de dest pê bike. Me berê tawanbar bi razîbûna berpirsên Sûriyeyî vegerandin.

Niha em li ser hinek rêkarên din dixebitin lê ez naxwazim niha hûrguliyên wan eşkere bikim.”

Alexander Dobrindt di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku Almanya dixwaze di avakirina Sûriyeyeke aram de alîkar be.