Danîmarka plan dike ku mafê xebatê nede karkerên Misilman
Dusseldorf (Rûdaw) - Danîmarka plan dike bi projeyekê mafê rûniştinê nede karkerên ku ji welatên Misilman diçin wî welatî.
Li Danîmarkayê, Partiya Muhafazakar a Danîmarkayê projeyek amade kiriye ku êdî mafê mayînê ji bo kar (an destûra kar) nede kesên ji welatên ku piraniya wan Misilman in têne wî welatî.
Partiya Muhafezekar a Danîmarkayê diyar kir mirovên ku ji Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê, Pakistan û Tirkiyeyê ji bo kar li Danîmarkayê têne wergirtin, paşê dibin bar li ser welêt û erka wan ji qazanca wan zêdetir e.
Berdevka Karûbarên Siyasî ya Partiya Muhafezekar Mette Abildgaardê got ku pirsgirêka mezin a wan kesan ew e ku paşê ji bo xweguncandinê dibin bar li ser dewleta Danîmarkayê.
Mette Abildgaardê diyar kir ku her çend hatina wan di demeke kurt de baş be jî lê di demeke dirêj de ne di berjewendiya Danîmarkayê de ne.
Lê Dansk Industri ku komeleya kardêrên herî mezin a Danîmarkayê, bi wê projeyê re li hev nake û dibêje a giring kalîteya wî kesî ye ku tê û pêdiviya me pê heye, ne ku ew ji ku tê.
Hîn ne diyar e ka ev proje dê çiqas piştgiriyê ji partiyên din ên di parlamentoyê de wergire.
Qanûna heyî ti şert û mercên taybetî yên wergirtina karmendan li gorî welatekî li xwe nagire, şertê tenê ew e ku divê mûçeya wî kesî ya mehane bigihe 42,833 DKK (Kronên Danîmarkayî /6,500 dolarê Amerîkî an 5,700 euro) ye.