Ji penaberiyê heta serbilindiyê: Çîroka Şêxmûs Tekkal û malbata wî

Dusseldorf (Rûdaw) - Zinar Şîno çîroka Şêxmûs Tekkal ji we re vedibêje. Ew Kurdê diyasporayê ye bavê 5 keçên pir bi bandor û naskirî ye li Almanyayê ye.

Yek ji wan Duzen Tekkal e  ku di deh salên borî de di medyayên Almanyayê û siyaseta Almanyayê de bandoreke mezin li ser danasîna Kurdan û piştgiriya ji bo Kurdan û bi taybetî jî Êzidiyan kiriye.

Şêxmûs bi xwe jî damezrînerê yekem komeleya Êzidiyan e li Hanoverê ku wî di sala 1983yan de damezrand û paşê bi saya wê mezintirîn diyasporaya Êzidiyan li tevahiya Ewropayê li Hanoverê çêbû.


Şêxmûs û Fatîme du hevjînên Êzdî ne ji gundê Dawudiya ya ser bi Çinara bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê ne. Ew pismam û dotmamên hev in û 11 zarokên wan hene.

Li bajarokê Hannoverê, ez dixwazim piçekî ji jiyana Şêxmûs ku zêdetirî 50 salan e li Almanyayê dijî bizanim û ji wî bi xwe bibihîzim. Ew me dibe cihê karê xwe yê yekem li Almanyayê ku şirketeke materyalên avahîsaziyê ye ku ya malbatê ye û nifş bi nifş ji wan re maye.

Şêxmûs Tekkal li ser çîroka hatina xwe ya ji bo Almanyayê ji Rûdawê re got:

"Ez di sala 1973yan de hatim Almanyayê û yekem car hatim vir û min ji wan re got, Pêdiviya wan bi kar heye ku ez li vir bixebitim.’ Wan jî got,’Erê û sıbehê were ser kar.’  

Her wê demê wan xaniyek da min û ez li vir bi tenê mam, min li şirketa Zweng Man Baw dest bi kar kir ku karê wan firotina amûrên bînasaziyê ye û spatlayeke min hebû, şofêr bûm û min bi başî kar dikir û dema 18 salan li vir min berdewam kar dikir, hîn jî dostaniyên me û têkiliyên me hene.

Em hevdu nas dikin û ew pir rêzê li min digirin. Ji xeynî xwe, min karî gelek Êzidiyan bînim vir da ku bixebitin û ew jî xebitîn.

Tewra niha jî kesekî Êzidî li vir e, her kar dike ku dema 32 salan e berdewam dixebite."

Dawudiya ji Pîrdawûd tê, gundekî li Bakurê Kurdistanê ye ku vêga yek mala Êzidî jî lê nemaye.

"Kes nemaye, berê 100 malên Êzidî li wir hebûn. Hemû hatin Ewropayê. Kes nemaye. Na kes nemaye. Pêşî çûn Sûriye û Îraqê. Piştre nêzîkî 50 malan mabûn. Hemû hatin Ewropayê."

Berî 100 salan Almanan Êzidî nas nedikirin

"Me ji Almanan re digot em Êzidî ne. Ew bêdeng diman. Piştre me ji wan re digot ku em Kurd in. Wan Kurd jî baş nas nedikir.

Tê bîra min ku yek ji wan çû pirtûkeke zarokan a Karl Meinz anî û got Kurd di nav şikeftan de dijîn. Min got Kurd 40 milyon kes in çawa di nav şikeftan de dijîn? Digotin me wisa bihîstiye lê navê rehmetî Mela Mistefa Barzanî zanîbûn, gotin ew şer dike û vê dike û wê dike. Wekî Kurdan ew nas dikirin."

Peymana kar a Almanya-Tirkiyê di sala 1973yan de bi dawî bû, wê demê Şêxmûs neçar ma ku ji bo mayîna li Almanyayê serlêdana koçberiyê bike. Ew 12 salan li dûr bû û li benda zarokên xwe ma.

"Ez ji Tirkiyeyê hatim vir da ku li gorî peymaneke di navbera wan de bixebitim. Piştre Almanya ji min re got, Peyman qediyaye û nemaye.’ Ez jî neçar mam serlêdana destûra rûniştinê bikim.

Wan nêzîkî 12 salan destûra rûniştinê neda min. Êdî neçar bûm ji Hannoverê biçim Hamburgê, pereyên hemî zarokên min birîn."

Herbert Schnower ji sala 1980an heta 1995 Wezîrê Karên Hundir ê Herêma North Rhine-Westphaliayê bû. Ew çû Bakurê Kurdistanê û serdana gundên Êzîdî kir û di encama rapora wî de, Êzıdiyan li Almanyayê mafê penaberiyê wergirt.

"Herbert Schnower çû gundê Dawûdiya û çû mala me û bi dêya min re wêneyek girt. Piştre ew çû Midyad, Şemzê û çend gundên Êzıdiyan û rewşa Êzıdiyan li wir dît.

Paşê ku vegeriya raporek nivîsî û biryara pêdana mafê penaberî û mayîna bi Êzıdiyan derxist û me hemûyan mafê mayînê stand."

Tûba heta sala 1997an lîstikvana profesyonel a lîstika futbolê bû, wê bi Tîma Kolnê re, gelek xelat û qezenc kir. Ew jî yek ji keçên Şêxmûs û Fatîmayê ye.


Serokatiya Komara Almanyayê wê xelat dike, piştî xelatê xwişka Tûbayê Hêlîn li ber Koşka Serokatiya Komara Almanyayê bi dê û bavê xwe re şahiyê dikin.

"Dayika wan bi rastî alîkariya wan kir û piştgirî da min. Tê bîra min her roj di saet 7ê sibê de diçû ser serê zarokan, ew şiyar dikirin û ji wan re digot, Ev rast e û ev xelet e, vê bikin û vê nekin, herin spor û xwendina xwe bi başî bikin û çiqas pere ji we re lazim bin ez dê bidim we, dixwazim hûn xwendina bilind bixwînin.’

Min jî jê re digot, ‘Paşê van gotinan ji wan re bêje ne serê sibeha zû’ wê jî digot, ‘Na divê di dema şiyarkirina wan de ji wan re bibêjim û bînim bîra wan.’ 11 zarokên min hene, 7 keç û 4 kur ku hemî xwedî bawername ne û bi jiyana xwe ve mijûl in."

Duzen Tekkal wekî endama malbatê ya herî navdar tê nasîn. Ew siyasetmedar, rojnamevan û çalakvana mafên mirovan li Almanyayê ye.

Wê Xelata Serokkomariyê ya Mafên Mirovan wergirtiye û nêrînên wê her gav ji hêla rayedarên payebilind ên wî welatî ve ciddî tên wergirtin. Dengê Duzenê li navendên navneteweyî tê bihîstin, ligel avakirina Dezgeha Hewar ji bo karê xêrxwaziyê li ser rêçika bavê xwe berdewam e û 3 belgefîlm kî li ser ferman û jenosîda Êzidiyan di sala 2014an de çêkirine û şîreteke bavê Duzenê jî ji bo dê û bavan heye.

"Rê li ber zarokên xwe negirin"

Şêxmûs Tekkal ji dê û bavan re dibêje, "Şîreta min ji dê û bavan re ev e ku rê li ber zarokên xwe negirin.

Her ku rê li zarokan tê girtin, wê çaxê ew zarok dibe dijminê dê û bavê xwe. Min gelek ji wan di malbatên me, heval û xizmên me de dîtine.

Min rêgirî li zarokên xwe nekiriye û min gotiye wan herin bixwînin, werzişê bikin û tewra min xanî li

Hamburgê ji wan re girt çimkî dibistana wan li wir bû, her çend kesên nêzî min ji min re digotin çawa divê keçên te tenê di xaniyekî de bin û dûrî we bin.

Bila bizewicin û zarokên wan çêbibin çêtir e lê min guh neda wan."

"Almanya êdî welatê me ye"

Ez ji Mam Şêxmûs dipirsim gelo gundê Dawudiyê û vegera wî ya welêt di dilê wî de maye?

Şêxmûs Tekkal wiha dibersivîne:

"Tiştekî me li Dawudiyê nemaye, xaniyek jî lê nemaye, hemî xopan bûye, dijwar e em herin wir û lê bijîn.

Ev 52 sal in em li Almanyayê dijîn û niha Almanya welatê me ye.

 Zarokên me hînî vir bûne. Her çend hin Êzidî hene dibêjin ku derfet hebe ew dê vegerin jî lê bawer nakim ku ti Êzidî vegere. Piraniya wan li vir xwedî xanî ne û bawernameyên wan hene û kar û rizqê wan heye, hin karmend in, hin dixtor in û hin jî endezyar in.

Ez bi rastî kêfxweş im ku ciwanên me yên Kurd, ciwanên Êzidî li vir jîr in, dixwînin û armancên wan hene.

Alman jî ji wan hez dikin û rêzê li wan digirin. Ev tiştekî pir baş e. Niha welatê me Almanya ye.

Em dikarin herin Tirkiye, Îraq, Sûriye û Kurdistanê. Her cara ku ez vedigerim Kurdistanê û diçim gundê Dawudiyê, ez pir kêfxweş dibim.

An jî dema ku ez diçim Hewlêr û Duhokê, nemaze Zaxo, pir xweş e. Ez pir kêfxweş dibim. Ez gelekî spasiya xelkê wir dikim ku gelekî alîkariya Êzidiyan kirine bi rastî."

Mam Şêxmûsê ku dilê wî bi evîna jiyanê, Êzidiyatî û Kurdayetiyê lê dide, niha 75 salî ye û ligel jina xwe Fatîme Xanê di xwedîkirin û mezinkirina zarokên xwe de, ne tenê ji bo welatî û hevzimanên xwe lê di heman demê de ji bo civaka Almanyayê jî kêrhatî bûne.