Kanadayê biryar da ku Filistînê wekî dewlet nas bike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku ew dê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha îlonê de Filistînê wekî dewletekê nas bikin.
Beriya niha Brîtanya û Fransayê jî ragihandibû ku ew dê Filistînê nas bikin.
Di demekê de ku êrişên Îsraîlê yên li Filistîn û Xezeyê berdewam dikin, welatekî din jî eşkere kir ku biryara naskirina Filistînê wekî dewlet daye.
Kanada: Em dê Filistînê nas bikin
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku welatê wî biryar daye Filistînê wekî dewletekê nas bike.
Carney di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew dê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha îlonê de dewleta Filistînê nas bikin.
Brîtanya û Fransa jî biryar dabû
Hefteyên borî Brîtanya û Fransa jî ragihandibûn ku ew dê meha îlonê Filistînê wekî dewletekê nas bikin û wan banga pêkanîna çareseriya du dewletî kiribû.
Daxuyaniya hevpar a 15 welatan
Li aliyê din, wezîrên karên derve yên Andora, Awistralya, Kanada, Fînland, Fransa, Îzland, Îrland, Luksemburg, Malta, Zelendaya Nû, Norwêc, Portugal, San Marîno, Slovenya û Spanyayê derbarê pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de daxuyaniyeke hevpar a bi navê ‘Banga New Yorkê’ belav kiribû.
Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin, “Wekî gaveke bingehîn a ku divê di warê çareseriya du dewletî de were avêtin, ew welatên ku heta niha Dewleta Filistînê nas kirine yan jî vîn an nirxandina xwe ya erênî ya ji bo naskirinê ragihandine, bangî hemû dewletên ku heta niha di vî warî de gav neavêtine dikin ku beşdarî vê bangê bibin.”