Le Monde: Fransa, hevalbenda nû (ya herî kevin) bo Amerîka

 

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Fransî, Le Monde, gotarek bi sernivîsa, Fransa, hevalbenda nû ya herî kevin ya Amerîka. Belav kir.

 

Di gotarê de, nivîskar li ser têkariya helwesta Parlemantoyê Brîtanya, ku beşdariya welatê xwe di şerê çaverêkirî de li dijî Sûriyê red kiribû, li ser Pêwendiyên welatê navbûrî û Amerîka radiweste.

 

Nivîskar balê dikşîne ser dengdana Parlementoya Brîtaniya û weha dibêje:Dengdanek û paşê jî hevokek bes bû ku tevahiya "pêwendiya taybet" di navbera Brîtanya û Amerîka de biheje.

 

dengdana parlemanterên Brîtaniya, şeva pêncşema bûrî, ku tê de li hember 272 dengan, 285 endaman her destêwerdaneke leşkerî dijî Sûriyê red kiribûn, bûye sedema birîneke dîrokî di pêwendiyên dîplomasî yên di navbera London û Washington de.

Di berdewamiya gotarê de, nivîskar dibêje: hevok, hevoka wezîrê derve yê Amerîka, John Kerry bû ku roja înê, 30 yê tebaxê Fransa weke "hevalbenda Amerîka ya herî kevin pesin kiribû, dema ku lîsta kurt a welatên ku dibe hevbeşiyê di destêwerdanekê de dijî Şamê bikin anî bû ziman û di nav de navê Fransa, Ustraliya û Komkara Erebî hatibû aşkerekirin, û qet behsa rola Brîtanya ne hatibû kirin.

 

Nivîskar dibêje: Ev paşguhxistina Kerry bûye cihê dilgiranî û dilrehtiya brîtaniyên ku piştgiriya destêwedaneke leşkerî li dijî Sûriyê dikin