Du penaberên ku welatiyê Almanî kuştin Kurd in
Chemnitz (Rûdaw) – Piştî ku welatiyekî Almanî ji aliyê çend penaberan ve li rojhilatê Almanyayê bi kêran hat kuştin, çend roj in xwepêşandanên mezin ji aliyê rastgirên tundrew û neo-naziyan ve hat encamdan û alozî derket.
Li gor lidûvçûnên tîma Rûdawê li Almanyayê, herdu tohmetbar Kurd in û xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne, piştî encamdana tawanê hatine desteserkirin û li zindanê ne.
Bûyer hefteya borî li bajarê Chemnitz ê herêma Saksony a li rojhilatê Almanyayê qewimî, kesekî bi navê Daniel Hillig yê 35 salî bi kêran ji aliyê du xortên penaber ên ji Sûriye û Iraqê hat kuştin.
Li gor nivîseke dadgehê, welatiyê Iraqê navê wî "Yûsif" e û xelkê Başûrê Kurdistanê ye, welatiyê Sûriyê jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ku navê wî "A. Şêxî" ye. Herdu jî li sertiraşxaneyekî dixebitîn. Roja yekşema borî di saet 03:00ê sibehê de pênc car kêr li Daniel xistine.
Du hevalên Daniel ên bi navên "Nurullah û Samî" ku du xortên xelkê Efxanistanê ne, behsa kesayetiya welatiyê kuştî dikin. Nurullah dibêje: “Daniel kesekî gelek rûxweş û dilrehm bû. Em her rojên şemî û yekşemê bi hev re bûn. Me gelek baş ji hev fêm dikir. Dema min bihîst ku hevalê min hatiye kuştin gelek xemgîn bûm.”
Ev bûyer bû sedema wê yekê ku xelkê bajarê Chemnitz li hember penaber û koçberan zêdetir bi rik bûn. Dema ku Nurullah li ber kamerayên Rûdawê diaxivî, rastî dijûn û gotinên nexweş tê, tenê ji ber ku reş e û dizanîn penaber e. Ji ber vê yekê piştî bûyerê, penaberên bajêr ji silametiya jiyana xwe ditirsin.
Nurullah dibêje: “Roja yekşemê kesekî nazî li pey min ket, dema min fêm kir ku ketiye pey min, ez reviyam û min xwe veşart, bi rastî gelek gelek ditirsim, wî dixwest li min bide, duh ez fikirîm ku biçim saziya penaberan û daxwaz bikim ku ji vî bajarî biçim, gelek ditirsim, naxwazim li vir bimînim.”
Partiya Alternatîv a ji bo Almanyayê, ku ji rastgirên tundrew û neo-naziyan pêk tê, weke fersend dît ji bo xwepêşandanên mezin encam bide û dirûşmên vî rengî pêk bînin ku dibêjin "Kuştina yek ji me, bi kuştina koçberek efû dikin".
Xwepêşanderan êriş kirine ser wan kesan ku rengê çermê wan ciyawaz e, yan xelkê welatekî din in. Li Almanyayê partiyên din jî li dijî partiyên ku dijî koçberan xwepêşandan li dar dixin, xwepêşandan kirin û alozî derket. Neo-naziyên Almanyayê nêzîkî 6 hezar kes kom kiribûn, pevçûn derket û nêzîkî 20 kes birîndar bûn. 600 polîs nekarîn bi hêsanî rewşê kontrol bikin.
Li Chemnitz partiyên li nav encûmena bajêr li ser vê mijarê civiyan. Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî bûyer şermezar kir.
Partiya Sosyal Demokratan dibêjin ku li herêma Saxsony, bû çend sal pirsgirêka neo-nazî heye û kes naxwaze vê yekê bîne ziman daku navê herêmê naşîrîn nebe.
Endamê Parlementoya Federal ê ji Partiya Sosyal Demokratan Detelef Muiler ji Rûdawê re got: “Me 20 sal berê got, li herêma Saxsony pirsgirêka neo-naziyê heye, lêbelê desthilatdariyê got ku em naxwazin herêma xwe ya xweşik, naşîrîn bikin, behsa neo-naziyê nekin. Kerem kin niha pirsgirêkê bibînin.”
Tiştê ku roja yekşemê û duşemê li Chemnitz qewimî, tenê neo-nazî û rastgirên tundrew ên wî bajarî nebûn, ji hemû herêmên Almanyayê hatibûn, herwiha ji Çek û Holandayê jî hatibûn.
Wezareta Navxweyî ya Herêma Saksony bi lêkolîna bûyerê ve mijûl e, lê belê ji tirsa rastgirên tundrew nikare ti zanyariyekê belav bike. Di heman demê de 10 kes hatine desteserkirin ku silava Hitlerê di dema xwepêşandanan de kirine. Zêdebûna hejmara neo-nazî û rastgirên tundrew, rayedarên Almanyayê şok kirine.
Parlementerê Federal ji Partiya Demokrat a Mesîhî Frank Haineri ku ji partiya Angela Merkel e, dibêje: “Nirxandineke min a ciyawaz heye li ser vê rewşê. Tiştê ku min dît ew bû ku polîs li benda vê hejmara mezin a neo-naziyan nebû û nehat kontrolkirin, medyayê jî behs kir. Divê niha hikûmet rûbirûyî rewşê bibe. Yekem; divê polîs were amadekirin, ev pereyê pêwîst e û hikûmet dikare vê yekê bike. Herwiha dikare dadgehan amade bike, ku bikare zû li ser binpêkirinan kar bikin, daku welatî bibînin ku dadgeh tawanbaran zû desteser dike. Piştre wan kesên ku destên xwe weke Hitler bilind kirin û silav dan, herwiha kesên ku xwepêşandan kirin û ketin bazaran wêran kirin, bilez welatî bibin ku wan cezayên xwe dîtine.”
Niştecihên bajarê Chemnitz nêzîkî 250 hezar kes in. Tenê 7 hezar penaber li wir dijîn, xelkê bajêr ji koçberan hêrs bûne û dibêjin ku em wan naxwazin, ji ber ku rêz li yasayan nagirin.