Wezîrê Brezîlî bo Rûdawê: Ne rast e hikûmet ji şewatan berpirsyar bê dîtin
Brasilia (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Brezîlê Fernando Azevedo e Silva, got ku ew ziyana ku di encama şewatên li daristanên Amazonê derketiye holê asayî ye û got ku ne rast e hikûmet ji şewatan berpirsyar bê dîtin.
Şewatên li daristanên Amazonê ev zêdetirî 3 hefteyan e berdewam dikin û hêj jî nehatine kontrolkirin.
Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê jî li Brezîlyayê, şewatên li daristanên Amazonê ku bûye rojeva cîhanê, di cih de dişopîne.
Wezîrê Berevaniyê yê Brezîlyayê Fernando Azevedo e Silva, li bajarê Portoveloyê di konferanseke rojnamevaniyê de ji peyamenêrê Rûdawê re axivî.
Fernando Azevedo e Silva ji Rûdawê re ragihand dema ku şewatên meha bihorî û vê mehê berawird kirin, ziyanên ku derketine holê asayî ne û got, “Herwiha dema me şewatên vê mehê li gel yên heman meha par berawird kirin, ziyanên derketine holê asayî ne.”
Wezîrê Berevaniyê yê Brezîlê dibêje, li gor şewatên salên berê, sala 2019an ne sala herî xirab e û sedema wan şewatan weke germî û hişkiya li wê deverê nîşan da û got, “Mehên Tîrmeh û Tebaxê mehên herî xirap ên salê bûn.”
Xelkê heremê dibêje gundî û cotkarên wan deveran ji bo dabînkirina zeviyan daristanan dişewitînin û hiqûqnas jî wan şewatan bi polîtîkayên hikûmetê ve girê didin.
Wezîrê Berevaniyê yê Brezîlê jî bibîr dixe ku hikûmet ev 8 meh in li ser kar û dibêje ne rast e ku hikûmet ji wan şewatan berpirsyar bê dîtin.
Tora medyayî ya Rûdawê romala agirê daristanên Amazonê li Amerîka Başûr dike ku ji destpêka îsal ve 71 hezar bûyerên agirpêketinê li daristanên Amazonê hatine tomarkirin û bûye metirsî li ser erdê.
Li gorî şopandinên Rûdawê agir ji aliyê cotkar û bazirganan ve hatiye vêxistin û dixwazin daran bibirin û cihê wan bikene erdê çandiniyî.