Çawaniya kuştina Bin Ladin tê eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Tora medyayî ya Fox Newsê belgefîlmek li ser çawaniya kuştina serokê berê yê rêxistina El Qaîdê Osame Bin Ladin çêkiriye ku tê de nasnameya wî leşkerî ku Bin Ladin kuştiye jî tê eşkerekirin.
Serokê berê yê rêxistina El Qaîdê Osame Bin Ladin destpêka meha Gulana 2011an ji aliyê Amerîkayê ve li Pakistatnê hatibû kuştin lê heta niha ew operasyon bi tevahî nehatiye eşkerekirin.
Tora Fox Newsê belgefîlmek li ser wê operasyonê çêkiriye ku tê de ew leşkerên amerîkî yên ku beşdarî operasyonê bibûn, behsa bûyerê dikin her wiha behsa gotinên Bin Ladin ên beriya ku were kuştin, dikin.
Di wê belgefîlmê de ku tê gotin dê meha Mijdara îsal were weşandin, beşek ji merasima veşartina termê Bin Ladin û pêşkêşkirina kincê wî bo mûzeya 11ê Îlonê li New Yorkê jî tê nîşandan.