Ukrayna: Di êrişên Rûsyayê de 2 sivîl hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Ukraynayê ragihand ku êrişên Rûsyayê de 2 sivîl mirine.
Serdozgeriya Herêmî ya Xersonê ragihand ku di encama topbarana hêzên Rûsyayê ya li ser deverên niştecihbûnê yên li parêzgeha Xersonê ya başûrê Ukraynayê de herî kêm 2 sivîl mirine û 17 kesên din jî birîndar bûne.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rûsyayê li Xersonê top û dronên ji cureyên cuda bi kar anîne.
Her wisa da zanîn ku zirar gihiştiye avahiyên apartmanan, xwendingeha saziyeke perwerdeyê, dikan, avahiyên olî û aborî, garaj û otomobîlan.
Rûsyayê yekser bersiva îdiayan neda û ji ber şerê berdewam piştrastkirina serbixwe ya agahiyan zehmet e.