Li Qada Timesê amadehiyên sersalê: ‘Ez bûm mirovekî pozîtîf’
New York (Rûdaw) - Li Qada Timesê ya New Yorkê amadehiyên şahiya sersalê gihîştine lûtkeyê.
Tê payîn ku nêzîkî milyonek kes li qadê bicivin û di bernameyeke televîzyonê de gelek stêrk dê derkevin ser dikê.
Wekî kevneşopiya salane, hezar û 360 kîlogram "konfetî" (kaxezên rengîn) dê ji asman ve bi ser beşdaran de bên barandin.
Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdullah çû nav xelkê û pirsek ji geştyar û şêniyên bajêr kir:
"Eger sala 2025an mirovek bûya, beriya ku biçe te dê çi jê re bigota?"
2025: Sala destkeftiyan
Geştyara bi navê Caroline bi geşbînî got:
"2025 dê di bîra min de be, ji ber ku ji bo min sala herî baş a jiyana min bû.
Min gelek tişt tê de bi dest xistin, loma ez dê bêriya wê bikim."
Geştyarekî din jî got, "Spas ji bo hebûna te, xweş bû lê dema çûyîna te ye. Saleke baş û tijî rûdan bû."
Kesekî din amaje pê kir ku ew qet ne poşman e û dê hemû tiştên îsal sala 2026an jî ducare bike.
Geştyarekî jî bi serbilindî behsa sala 2025an kir û anî ziman, "Min di warê şexsî de gelek bipêşketin bi dest xistin û ez bûm mirovekî pozîtîf."
Dilgiranî: Aborî û cîhaneke bêrehm
Li hemberî vê, her kes wekî hev nafikirin.
Şêniyekî New Yorkê bi hêrs got, "Ez ji 2025an re dibêjim here û li vê derê nemîne! Îsal gelekî xerab bû."
Wî welatiyî sedema vê yekê bi xerabbûna rewşa aborî, bilindbûna bihayan û kirêya xaniyan ve girê da.
Du geştyarên Îtalî jî difikirin ku cîhan bûye cihê "bêrehmî û dilsarî" û got, "Em tenê dibêjin, hinekî birehm be."
Tiştên ku dê sala 2026an ducare nebin
Dema qala sala 2026an tê kirin, hinek kesan biryar daye ku hinek tecrubeyan ducare nekin.
Xwendekarekî got, "Ez dê xebitîna dersê ya zêde ducare nekim, ji ber ku xebatê ez ji hedê xwe zêdetir westandim."
Sê geştyarên bi navên Kelsey, Rachel û Shaneyê qala wê yekê kir ku barkirina malê ya ji bo aliyê din ê welêt yek ji wan karên herî zehmet e.
Wan diyar kir ku ew dê vê yekê sala nû qet ducare nekin, bi taybetî eger sala dawî ya lîseyê be.
Yekê ji wan got, "Ez nahêlim hevala min a herî baş biçe û ji min dûr bikeve."
Di navbera geşbîniya ji bo paşerojê û xatirxwestina ji saleke tijî nizmî û bilindî de, xelkê New Yorkê bi peyamên cuda sala 2026an pêşwazî dike.
Lê wekî ku geştyarekî got, "Ya girîng ew e ku tu bibîranînan çêbikî, bigerî û wêneyan bigirî."