Stokholm (Rûdaw)- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku, wan ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re gotiye, divê hûn ligel PDKê lihev bikin.
Mela Bextiyar hefteya borî 2 semînar bi kurdên derveyî welat re lidar xist, yek li Berlîn û yek jî li bajarê Stokholm. Piştî semînarê Rûdawê ev hevpeyvîn ligel wî pêk anî.
Rûdaw: Çima bi taybet di vê demê de te ev semînar lidar xist?
Mela Bextiyar: Min dît ku dûrketinek di navbera revenda kurdî û çavkaniya desthilata siyasî li Herêma Kurdistanê de heye. Tişta ku di medyayên kurdî de tê belavkirin, propagandayekî reşbîn bû, lewma bo derxistina rastiyan min ew semînar lidar xistin.
Rûdaw: Tu dixwaze çi ji kurdên derveyî welat re bêje û wan ji çi piştrast bike?
Mela Bextiyar: Peyama me ew e ku li navçeyê û Iraq û Kurdistanê guhertin û bûyerên nû hene. Em dixwazin rewşa siyasî ya navçeyê ji wan re zelal bikin. Min behsa nêrîna YNKê li ser wan bûyeran kir.
Me daxwaz ji revenda kurdî kir ku dûr ji hêrsbûnê û dûr ji kûrkirina nakokiyan bi rola xwe rabin û peyama xwe bigihînin cîhanê û beşek bin ji çareseriya pirsgirêkan. Ew demokrasî û hişyariya ku li derveyî welat fêr bûne, bixin xizmeta berjewendiya Kurdistanê.
Rûdaw: We hest nekir kurdên derve ji rewşa niha ya Başûr bêzar bûne?
Mela Bextiyar: Belê hinek ji wan bêzar in.
Rûdaw: Baş e, çima kurdekî Rojavayê Kurdistanê ji semînarê hat derxistin?
Mela Bextiyar: Kes nehatiye derxistin. Kurdekî Rojava rabû û bi tundî rexne li PYDê girt, endamên wê partiyê jî bersiva wî dan. Min jî hewl da herdu aliyan aram bikim.
Rûdaw: Tu nabîne partiyên Başûr li Ewropa bê çalakî ne?
Mela Bextiyar: Na, berevajî, niha pêwendiya partiyên Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK û YNKê ligel welatên mezin pir baş e û berdewam şandên wan serdana me dikin.
Rûdaw: Beriya Raperîna 1991 a Başûrê Kurdistanê te pirtûkek li ser wê raperîna cemawerî nivîsand. Gelo ti niha jî dikare pirtûkekê binivîsînî û pêşbîniya dewleta kurdî bikî?
Mela Bextiyar: Bêguman ew hizra te di bîra min de heye, ku çima em nebûne dewlet û çima divê em dewleta xwe ava bikin, lê bi rastî niha jê re vala nabim.
Rûdaw: Çima heta niha em bê dewlet in?
Mela Bextiyar: Gunehê welatên dagîrker e. Nîvê gunehê di hustê me jî de ye. Eger ez binivîsînim, ezê behsa hemû tiştî bikim û navê hemûyan bêjim.
Rûdaw: Rêberê Tevgera Gorranê ji ber nexweşiyê niha li Ewropayê ye. Tu serdana wî nake?
Mela Bextiyar: Na
Rûdaw: Rewşa YNKê niha çawa ye? Dibêjin niha YNKê 3 bal e. Balek ti, balek hevjîna Mam Celal û bala Kosret Resul, gelo ev yek rast e?
Mela Bextiyar: Ez ne bal in, bawer nakim ew gotin (bal) di nava YNKê de rast be û hebûna pirsgirêkan normal e. Pirsgirêkên hemû partiyan hene. Gelek aliyan digotin YNK namîne, dê nêvî biçe nav Gorran û nêvî biçe nav PDKê, lê ew yek pêk nehat û di hilbijartinên Iraqê û li hember DAIŞê jî YNKê karekî mezin kir.
Rûdaw: Rast e gotina dawî ya Hêroxan e?
Mela Bextiyar: Na, ez bi wijdan dibêjim ne wisa ye. Gotina yekê û ya dawî ne yaw ê ye. Gelek biryar hene ku derdikevin û haya wê jê tune ye. Biryara dawî di nava YNKê de ya Polîtburoyê ye.
Rûdaw: Li gorî agahiyên me, YNK mijûlî projeyekê ye bo çareserkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê. Gelo ew yek rast e?
Mela Bextiyar: Rast e, lê ne bi navê proje ye. Biryar e em ligel hemû partiyên Başûrê Kurdistanê bicivin û piştî wan hevdîtinan em biryara xwe bidin.
Rûdaw: Hûn dibêjin em nakevin rêza ti aliyekî, lê tê gotin ku Hêroxan û Newşîrwan Mistefa lihev kirine ku di yek rêzê de bin.
Mela Bextiyar: Me negotiye em nakevin rêza ti aliyekî. Me gotiye em ligel ti aliyekî li dijî aliyê din naxebitin. Lê emê ligel berjewendiya demokrasiyê û gelê xwe bin. Derbarê rêkeftina wan herdu ciwamêran jî ez dikarim bêjin ew yek bê esil û esas e. Ez qebûl nakim rêkeftin di navbera kesê wan de hebe, lê em hewl didin ku rêkeftineke siyasî di navbera YNK û Gorranê de hebe.
Rûdaw: Gelo YNK nabîne ku rewşa Herêma Kurdistanê bi aliyê duîdariyê ve diçe?
Mela Bextiyar: Na, em li dijî wê yekê ne. Parêzgehên Helebce û Silêmanî di çarçoveya Herêma Kurdistanê de ne. Hemû wezaret bi karê xwe radibin. YNKê bac û berdêla duîdariyê daye, vê carê eger qezencê jî hebe em neamade ne ku berê xwe bidin wê yekê.
Rûdaw: Hin berpirsên YNKê dibêjin haya me ji dosyeya petrola Kurdistanê heye, hin jî dibêjin haya me jê tune ye. Gelo hûn vê dosyeyê çawa dibînin?
Mela Bextiyar: Ew kesên ku dibêjin haya me jê tine ye, ji mafê wan e ku zanibin ku gelo para YNKê di petrolê de heye yan na. Yên ku dibêjin haya me jê heye (Qubad Talebanî, Îmad Ehmed û Berhem Salih) rast dibêjin, haya wan jê heye ji ber ku berpirs bûn di hikûmetê de. Nabe haya wan jê tine be. Dilgiraniya me ji hin tiştên din heye. Ji hin girêbestan. Li ser petrol û dahata wê. Bi taybetî yên ku ligel Tirkiyê hatine pêkanîn. Em dixwazin ew dilgiraniya me nemîne.
Rûdaw: Hûn dixwazin petrola Kurdistanê bo Bexdayê be. Gelo li hember wê şandina petrolê, Bexda dê para Kurdistanê ji budceya Iraqê (% 17) jê re bişîne?
Mela Bextiyar: Pêwîst e em bi awayekî berpirsyarî û bi biryarekî hevbeş li ser hemû pirsan (Aborî, Petrol, Siyasî, Îdarî, Ewlehî û Madeya 140) ligel Bexdayê gotûbêj bikin. Ez di wê baweriyê de me ku niha Hikûmeta Iraqê ji her demê zêdetir pêwîstiya wê bi Herêma Kurdistanê heye û divê em wê derfetê bikar bînin. Diyar bû ku pêwîst e Herêma Kurdistanê li ser gotûbêjên ligel Bexdayê berdewam be û çareseriykê ji nakokiyan re bibîne. Divê em siyaseta xwe ya 3 – 4 salê borî ji hemû aliyan ve bixwînin. Ez dibînim ku niha derfeteke serkeftî heye bo gotûbêjan ligel Bexda.
Rûdaw: Rêkeftina stratejîk a PDK û YNK di rastiyê de nemaye. Gelo gunehê kîja alî ye?
Mela Bextiyar: Wê rêkeftinê gelek destkeftên mezin ji kurdan re anî. Herdu alî nêzîkî hev kirin. Hikûmet û parlamento karê xwe kirin. Vê rêkeftinê îradeya kurdan li hember Bexda û dijminan kir yek. Lê rewş hat guhertin û hêdî hêdî li ser hin bûyeran xwendinên me yên cuda derketin û me hewl neda ku xwendina xwe nêzîkî hev bikin. Em ji hin tiştan derbarê desthilatê dilgiran bûn.
Rûdaw: Gelo hûn aktîvkirina wê rêkeftinê bi girîng nabînin?
Mela Bextiyar: Heta niha ti aliyekî ji me biryara hilweşandina rêkeftinê nedaye. Eger rewş aram bibe û eger PDKê alîkariya me bike bo çareserkirina pirsgirêkan bi giştî, ez piştrast im ku emê dîsa vegerin bo gotûbêjan li ser vê rêkeftinê ku çawa geşe û berfireh bikin.
Rûdaw: Pêwendiya we bi Tirkiyê re çawa ye?
Mela Bextiyar: Pêwendiya me asayî ye û em diçin û tên cem hev. Nûneratiya me li Enqerê heye. Şanda wan ya dawî ji me re tekez kir ku ew dixwazin pêwendiyên wan bi YNKê re pir baş be. Me jî bersiva wan da û me got em jî vê yekê dixwazin.
Rûdaw: Helwesta Hikûmeta Tirkiyê li ser serdana we bo Bakurê Kurdistanê û beşdarî di helmeta hilbijartinan de çi bû?
Mela Bextiyar: Wan nedixwest em biçin. Mafê wan bû ku wê daxwazê ji me bikin, lê ji me re girîng e ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk û geşe bike heta bibe Spanya Rojhilata Navîn, ne bibe Misra welatên Erebî.
Yek ji gavên baş ên AK Partî ew e ku felsefeya Kemalîstî ya şofînîst li pey xwe hişt. Niha qonaxweke nû dest pê kiriye. AK Partî destûr wek Îxwan Mislimînên Misrê neguhert. Niha derfetek li Tirkiyê de hatiye pêşî, em dibînin ku tê de demokrasî pêş bikeve. Me ev gotin ji Erdogan û Davûdoglu re jî gotiye. HDP jî hêza demokrat a gelên Tirkiyê ye. Ne hêzeke nasyonalîst a kurdan e. Ev yek jî li cem me pir pir cihê ramanê ye. Niha jî em dibêjin em bi hemû hêza xwe hewl didin ku ew demokrasiya ku li Tirkiyê heye, serbikeve.
Rûdaw: Piştî hilbijartinan we daxwaz ji HDPê kir ku helwesta xwe li hember AK Partî nerim bike û bi hevre hikûmetekê pêk bînin?
Mela Bextiyar: Me ji Qndîlê re got, tiştekî baş e eger HDPê tevlî hikûmetê bibe.
Rûdaw: Ti pêşeroja Bakurê Kurdistanê çawa dibîne?
Mela Bextiyar: Bi baweriya min pêşeroja Bakurê Kurdistanê girêdayî pêşeroja tevahiya wî Tirkiyê. HDPê geşe bike, Bakur dê bigihê mafên xwe yên demokratîk.
Rûdaw: Pêwendiyên we bi Qndîlê re çawa ne?
Mela Bextiyar: Baş in.
Rûdaw: We ji PKKê xwestiye ku ligel PDKê rêkeftinekê bikin?
Mela Bextiyar: Belê, em berdewam ji wan dixwazin. Em ji PKK û ji PYDê jî dixwazin ku ligel PDKê lihevkirinekê çêkin. Di hevdîtina me ya dawî de ligel PYDê me daxwaz ji wan kir ku ew PDKê lihev bikin. Divê ew pirs ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî were çareserkirin. Ew bi xwe jî niha baş hizir li ser wê yekê dikin.
Rûdaw: Te serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Gelo tu dibîne ku ew rêveberiya ku li wir heye dê mîna ya Başûr berdewam bibe?
Mela Bextiyar: Kê bawer dikir li Başûrê Kurdistanê federalî bimîne. Me ku behsa federaliyê dikir, Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye li dijî me bûn, hinek partiyên navxweyî jî li dijî me bûn, PKKê jî qebûl nedikir. Lê belê YNKê û PDKê rijd bûn li ser mijara federaliyê û ezmîna wê jî biserkevt. Di demekê de me federalî ragihand ku rewşa serkevtina wê tinebû. Niha Rojava di rewşekê de kantonan radigihîne ku rewşa serkevtinê li Sûriyê gellek gellek bihêz e.
Rûdaw: We daxwaz ji PYDê kir rê bi beşdariya partiyên Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê bide?
Mela Bextiyar: Belê me daxwaz kiriye. Di daxuyaniya polîtboruyê de me tekezî lis er 2 xalan kiriye. Yek: Vebûna PYDê li hember partiyên din. Du: Çareserkirina pirsgirêkên aborî. Divê bi zûtirîn dem dergehê sînorî yê Sêmalka di rûyê Rojava de were vekirin, çimkî me bihîst ku qedexe ye, deman û amûrên pizîşkî ji Başûr ve biçin bo Rojava. Bi rastî ew yek gunehekî gellek mezin e. Me wek YNKê ew tişt nedizanî.
Niha du partî yan çend partî mijûl in hêzekê bi navê Hêza Rojavayê Kurdistanê ava dikin û bişînin Rojava. Em wiha dibînin ku ew yek bêyî rêkevtineke siyasî nabe, çimkî eger bêyî rêkevtinê ew hêz biçe, bêguman dê şer derbikeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse