VÎDEO/EFRÎN – Saziya Ciwanên Şoreşger amadekariyên şer dike

02-07-2017
RÛDAW
Saziya Ciwanên Şoreşger li Efrînê
Saziya Ciwanên Şoreşger li Efrînê
Nîşan Efrîn Saziya Ciwanên Şoreşger Nimayîş
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) – Li nav bajarê Efrînê amadekaryên serbazî têne kirin û Saziya Ciwanên Şoreşger daxwazê ji nîştecihên Efrînê dike da ku li hember her êrîşekê xwe amade bkin.

 

Li gorî dîmenên taybet ên gihiştine destê Rûdawê, ji aliyê Saziya Ciwanên Şoreşger ve, ku yek ji saziyên TEV-DEMê ye, li nav bajarê Efrînê nimayîşeke serbazî tê kirin. Ev nimayş weke bersiva li hember gefên li ser Efrînê, tê sazkirin.

 

Endamên Saziya Ciwanên Şoreşger li ber sirûda “Ey Reqîb” xwe ji bo şer amade dikin û dengê dehola şer tê bihîstin. Nimayîş di bin navê Ciwanên Şoreşger, “Welat Welatê Me Ye, Tolhildan Soza Me Ye” tê kirin.

 

Ev meş û nimayîş bi beşdariya Hêzên Erka Xweparastinê birêve çû, ku tevahiya beşdaran çek hilgirtibûn.

 

Efrîn, ku bi darên xwe yên zeytûnê tê naskirin û ev dar di gelek deman de wek nîşana aştiyê û pêkvejiyanê hatiye nîşandan, niha bûye qadeke ji amadekariyên serbazî re.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst