Patrîkê kurd li axa tê spartin

08-04-2015
RÛDAW
Patrîk Mar Denxa
Patrîk Mar Denxa
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - 4emîn Rahîbê Serekê yê Dêra Aurî Patrîk Mar Denxa li Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye, kesayetiyeke ku li cîhana xirîstiyanî gelek rêz lê tê kirin, jiyana xwe ji dest da.

Metranê Dêra Asuriyan li Hindistanê Mar Ogn Kuryakuş ji Rûdawê re diyar kir Mar Denxa teqvima berê û ya nû ya dêran kir wek hev û yekîtiya Hindistanê pêkanî bû.

 

Patrîk Mar Denxa li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû, kesayetiyeke ku li cîhana xirîstiyanî gelek rêz lê tê kirin û têkiliyên wî yên ligel serkirdayetiya Kurdistanê jî xurt  bûn.

 

Patrîk Mar Denxa li Amerîkayê pencşêma borî koça dawî kir û li Kurdistanê û gelek herêmên cihanê şîn ji bo wî tê girtin. Cenaze dê seat 18:00 li gorî dema Hewlêrê li Şikago bê veşartin.

 

Mar Denxa Cotmeha 1935an li gundê Derbendokê ser bi bajarokê Herîr li parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bû.

 

17ê Cotmeha 1976an piştî ku 23yemîn Patrîk Şemun hat kuştin bû Rahîbê Serekê yê Dêra Rojhilata Asurê.

Bav û bapîrên wî jî keşe bûn û 17 metran ji nav malbata wî derketine, ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gelek xizmet ji dêran re kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst