Hewlêr (Rûdaw) – Gumrika Îranê hinardekirina goştê mirîşkan ji Îranê bo derve, heta sê mehan qedexe kir.
Rêveberê Giştî yê Ofîsa Hinardeyê ya Gumrika Îranê ji hemû gumrikên Îranê re garihandiye ku hinardekirina goştê mirîşkê ji destpêka biharê heta dawiya Remezanê qedexe ye.
Biryara gumrikî ya Îranê di demekê de ye ku di rojên derbasbûyî de bilindbûna neasayî ya bihayê goştê sor û goştê mirîşkan li bazaran alozî çêkiribû.
Li Îranê bihayê kîloyek goştê mirîşkê ji 15 hezar tumen derbas kiriye, di demekê de ku li gor bihayê pesendkirî ya hikûmetê, ji bo kîloyek goştê mirîşkê bihayê 11 hezar û 500 tumen hatiye diyarkirin.
Herwiha di hinek wêneyan de ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin xuya dike ku beşek ji wan mirîşkên bûzgirtî ku li bazaran bi bihayê hikûmetê têne firotin, serê wan nehatine jêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse