Galeriya wêneyan

27-05-2018
14 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP


Hewra, keçeke 4 salî ya iraqî ye, ku ji dest nexweşiyeke degmen a çermî (pîst) ve dinalîne û aliyê serî yê bedena wê tûşî wê nexweşiyê bûye.

Li ser bedena Hewrayê, xaleke reş a mezin heye ku bi mû hatiye peçcandin.

Hewra niha li gel malbata xwe li gundê Wahîd Huzeyran a parêzgeha Dîwaniye ya Iraqê dijî.

Ji bo ku ew xala reş li ser bedena wê xuya nebe, Hewra ya 4 salî cilûbergên mezin li ber dike, lê belê tevî wê yekê jî xala reş a li ser bedena wê her tê dîtin, û ji ber wê yekê jî ew keça biçûk şerm dike.

Ew xala reş a li ser çermê bedena Hewra ya 4 salî dibe ku wê tûşî nexweşiya giran a Penceşêrê jî bike, lê belê malbata Hewarê hejar in û dahata wan têrê nake, ku keça xwe çareser bikin.