RÛDAW TAYBET - Parlamenterê HDPê: Kurd dikarin vê carê li Stenbolê dengê xwe bidin AKPê

09-05-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan HDP Kurd Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, da zanîn ger tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi erênî biguhere û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd riyên demokratîk û reformê esas bê girtin, kurd di hilbijartinên li Stenbolê de vê carê dikarin dengê xwe bidin AK Partiyê.

 

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, derbarê naveroka hevdîtina ku di 2ê Gulanê de li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatibû kirin û bandora vê hevdîtinê li ser dengê kurdan a hilbijartinên li Stenbolê de pirsên Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak bersivandindin. Taşçier, li ser riyên demokratik ên çareserkirina pirsa kurd û guherînên pêkan ên di polîtîkaya Rojavayê Kurdistanê de jî nêrîna xwe parve kir.

 

Di demeke ku li zindanan girevên birçîbûnê veguherîn rojiya mirinê de li Îmraliyê hevdîtineke surprîz pêk hat. Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin kirin. Hûn vê hevdîtinê çawa dinirxînin?

 

Divê pêşî vê yekê bibêjim; pêwist e em vê hevdîtinê tenê bi girevên birçîbûnê ve girê nedin. Ev konsepteke mezintir e û dîzayneke mezintir e. Helbet girevên birçîbûnê jî sedemeke girîng a vê hevdîtinê ne. Lê di rastiya xwe de ev hevdîtin di ser van girevên birçîbûnê de ye. Lewre rewşa siyasî ya kurdan û Tirkiyeyê û xitimandina aboriya Tirkiyeyê jî neçar hişt ku ev hevdîtin pêk bê.

 

Mebesta we ya "konsepteke mezintir" çi ye? Hûn dixwazin çi bêjin?

 

Komara Tirkiyeyê hem di siyaseta hundir û hem jî di siyaseta derve de xitimiye. Kaoseke siyasî û şîlotiyeke mezin heye. Di ser de jî qeyraneke aboriyê ya kûr heye. Her wiha helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê, Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê, li Tirkiyeyê bi xwe re bêhiqûqiyeke mezin anî. Vê yekê Tirkiye xitimand. Vê xitimandinê neçar hişt ku ev hevdîtin pêk bê.

 

Çima neçar hişt? Riyeke din tunebû?

 

Rêzdar Ocalan ev bîst sal in ku li Îmraliyê girtî ye. Dema em nêzikahiya Tirkiyeyê ya li Îmraliyê ji bo bîst salên bihurî binirxînin, em vê rastiyê dibînin; kengê li Îmraliyê hevdîtin pêk hatibe û deriyên diyalogê hatibin vekirin, li vî welatî hem di hêla siyasî û hem jî di hêla aboriyê de geşedanên mezin çêbûne. Li Îmraliyê kengê tecrîd dest pê kiribe û deriyên Îmraliyê hatibin girtin, li vî welatî alozî, tevlihevî û bêhiqûqiyê dest pê kiriye.Ji ber vê yekê jî pêvajoyeke diyalogê ku li Îmraliyê pêk bê dê hikûmeta AK Partiyê bibe rojên berê. Yanî dê hikûmetê vegerîna pêvajoya salên 2002 û 2015'an. Ev jî tê vê wateyê ku dê siyaseteke nerm derkeve holê. Yanî em ê di rewşeke wiha de qala aştiyê bikin û qala çareseriyeke demokratîk bikin. Em ê qala riyên çareseriya pirsgirêka kurd bikin. Em ê di pêvajoyeke wiha de dê deriyên diyalogê vekirî bin û ev welat dê ji tundiyê dûr be. Mirov di şûna tundî, mirin û şer de dê di nava aramiyê de bijîn.  Ger şert û mercên atmosfereke wiha pêk bê, wê çaxê jî pirsgirêka kurd wê ji riyên ewlekariyê dûr, bi riyên reformên demokratîk bê axaftin. Yanî dê em ê zêdetir qala pakêtên reformên demokratîkbûnê bikin. Atmosfereke wiha dê bi xwe re pêvajoyeke nû bîne.

 

Ger AK Partî bixwaze vegere wan salên ku hûn qala wê dikin, gelo dê MHP bihêle? Lewre niha Îtifaqa Cumhur heye...

 

Ev pirsgirêka AK Partî û MHPê ye. Ji sala 2015an ve di serî de Rêzdar Selahattin Demirtaş, parlamenterên ku di tevgera siyasî ya kurd de cih digirtin hatin zindankirin. Kesên ji rêzê hatin destbendkirin. Kesên ku li ser facebook û twitterê alên Kurdistanê parve dikirin û nêrîna xwe parve dikirin, derheqê wan de doz hatin vekirin. Gelek kes ji ber van sedeman avêtin girtîgehan. Di îtifaqa AKP û MHPê de, AKP bû MHP. Ji ber vê yekê jî razîkirina MHPê dikeve stûyê AKPê.

 

Li gorî te MHP dê pêvajoyeke wiha bipejirîne?

 

Ez bînim bîra we; dema Rêzdar Ocalan anîn Tirkiyeyê, wê demê MHP şirîkê desthilatdariyê bû. Cezayê darvekirinê di dema MHPê de hate rakirin. Di binê rakirina vî cezayî de îmzeya MHPê heye. Ji ber vê yekê MHP jî dikare pêvajoyeke wiha bipejirîne.

 

Hûn hevdîtina bi Ocalan re hatiye kirin, weke destpêka pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê dibînin?

 

Em nikarin bêjin ku dê pêvajoya aştiyê hema sibê dest pê bike. Lê em nikarin bêjin ku dê dest pê neke jî. Lê em dikarin vê hevdîtinê weke destpêka diyalogê binirxînin. Lewre dema ku hevdîtin pêk hatiye Rêzdar Ocalan ji parêzerên xwe re gotiye wî nameyek nivîsandiye û ger di dema derketinê de nameyê nedin parêzeran wê çaxê ev hevdîtin komployek e. Dema parêzer ji hevdîtinê derdikevin nameyê nadin wan. Lê piştî du rojan gazî parêzeran dikin û nameyê didin parêzeran.

 

Ev tê çi wateyê?

 

Ev tê vê wateyê; desthilatdar û dewlet di nava van du rojên ku name radest nekirin de ev name nirxandin. Û paşê jî piştî du rojan biryar dan ku vê nameyê bidin. Parêzer jî ev name ji tevgera siyasî ya kurd re şandin. Tevgera siyasî ya kurd jî du rojan ev name nirxand û di şeşê mehê de ev name bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hate aşkerakirin. Ev tê vê wateyê ku dewlet jî û tevgera siyasî ya kurd jî di hêla aşkerakirina naveroka vê nameyê de xwedî heman fikrî bûn. Ez vê hemfikiriya wan wiha dinirxînim; deriyê diyalogê hate vekirin.

 

Piştî aşkerakirina vê nameyê hemû kesan digot "Girevên birçîbûnê dê biqedin". Lê girevên birçîbûnê neqediyan û hê jî berdewam dikin...

 

Girtiyên ku dest bi gireva birçîbûnê kirine û ketine rojiya mirinê peyama xwe aşkera didin. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Parêzeran ji bo hevdîtineke nû serî li Dozgeriya Mudanyayê dan û dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin. Daxwaznameya xwe şandin. Ger îro û sibê hevdîtineke din pêk bê û tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, ev tê vê wateyê ku dê girevên birçîbûnê di demeke pir kurt de bi dawî bibin.

 

 

Hin kes di wê baweriyê de ne ku biryara dubarekirina hilbijartinên li Stenbolê û daxuyaniya parêzerên Ocalan ku di heman rojê de bû tesadûf e. Lê hin kes jî dibêjin HDP û AK Partiyê li hev kirine û kurd dê li Stenbolê vê carê dengê xwe bidin AK Partiyê. Kîjan alî rast dibêje?

 

Gelê kurd pir polîtîk e. Kurdan di hilbijartinan de li metropolan berbijêrê xwe nîşan nedan. Bi vî awayî gelek şaredariyên bajarên mezin ji destê AKPê derketin. Kurdan bi AKPê da windakirin. Ji ber vê yekê jî tu partî êdî nikare bi serê xwe di hilbijartina bajarekî de bi ser bikeve. Enqere, Antalya, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbol... Bi taybetî jî ger dixwazî li Stenbolê bi ser bikevî, tu neçar î dengê kurdan wergirî. Dengê kurdan ji bo tu partiyek ne garantî ye. Kîjan partî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav bavêje kurd dê dengê xwe bidin wê partiyê. Ger AKP gavan bavêje dê bide AKPê. Ger AKP gavan navêje, CHP bi awayeke jidil nêzî kurdan bibe wê çaxê dê dengê xwe bidin CHPê. Kekê Maşallah berê xwe bidê; li Stenbolê HDP ji milyonek û 100 hezarî zêdetir dengê kurdan distîne. Her wiha ji bilî van dengan nêzî 300 hezar dengên AKP'ê yên kurdan hebû. Lê van hilbijêrên kurd di 31'ê adarê de dengê xwe nedan AKPê. Yanî neçûn ser sindoqan. Van hilbijêrên kurd ku berê dengê xwe didan AKPê çima îcar dengê xwe nedan AKPê? Lewre zimanê AKPê gelek xirab bû. Zimanê AKPê dilê kurdan êşand. Kurd aciz kirin. AKPê li vir, li Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên gelek xirap li hemberî kurdan meşand. Di encama van polîtîkayên xelet de kurd ji AKPê dûr ketin. Lê neçûn dengê xwe nedan CHP'ê jî. Lewra sicîla CHPê ya li hemberî kurdan jî nepaqij e. Ji ber vê yekê jî kurd polîtîk in û dengê xwe dê li gorî berjewendiyên xwe bidin. Yanî dê bi awayeke pragmatîst deng bidin.

 

Hin kes hene ku di wê baweriyê de ne di navbera AK Partî û HDPê de hevdîtin çêdibin. Dibêjin ew li ser hin tiştan bazarê dikin. Bi rastî jî tu hevdîtineke we bi AK Partiyê re heye? Hûn li ser çi bazarê dikin?

 

Nexêr. Tu hevdîtin û bazarek di navbera me de çênebûye. Ji bo vê yekê qet pêdivî bazarê tune ye. Lewra riyên çareserkirina pirsgirêka kurd diyar in. Ger kurdên ku te bîlesebe ew avêtine girtîgehan serbest berdî, bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re têkiliyeke baş deynî, îradeya siyasî ya Herêma Federal a Kurdistanê neêşînî û mafên kurdên vê derê jî nas bikî, jixwe kurd dê van gavên ku tu davêjî bibînin. Kê ev gav bavêje, kurd dê bi wan re li hev bike. Ev pir zelal e. Ger van gavan navêjin HDP ji kurdan re bibêje dengê xwe bide wê partiyê jî kurd naçin dengê xwe nadin. Lewre kurd girêdayî mafên xwe yên neteweyî ne û dizanin çi dixwazin. Kurd gelekî pir polîtîk e.

 

Piştî giştpirsiya serxwebûnê ya li Herêma Federal a Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu cara yekemîn e ku diçe Hewlêrê û di asta bilind de hevdîtinan dike. Gelo tu eleqeya vê hevdîtinê bi van pêşveçûnên dawiyê re hene?

 

Helbet heye. Çawa nîn e? Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya hundirîn û derve bi hemû welatên cîhanê re pirsgirêkan dijî. Di serî de bi Amerîkayê re, bi welatên Yekitiya Ewropayê re... Hema hema tu welatek nemaye ku Tirkiye pê re pirsgirêk nejî. Li tevahiya cîhanê 22 welatên ereban heye. Katar ne tê de, Tirkiye bi 21 welatên ereban re pirsgirêk dijî. Tirkiye di nava xwe de jî pirsgirêkên mezin dijî. Berê xwe bidinê; Serokê Amerîkayê Donal Trump biryar da ku leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne, qiyamet rabû. Wezîrên Amerîkayê îstifa kirin. Di navbera Pentagon û serokatiyê de qeyraneke mezin çêbû. Hêj duh Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê re, ji HSDê re bi dehan barhilgir alav û amûr şandin. Ev tê çi wateyê?  Amerîka dê ji Rojava dernekeve û dê nehêle Tirkiye jî mudaxaleyê wê derê bike. Berê xwe bidine Îdlibê... Îdlib niha li hemana ye. Ger operasyonek li hemberî Îdlibê pêk bê, wê Tirkiyeyê ji Efrînê jî derxin. Ne Rûsya ne jî Îran naxwazin Tirkiye li wir be. Kurd jixwe naxwazin. Efrîn xeta sor a kurdên Rojava ye. Li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Lê polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê di van çar salên dawiyê de nekarî vê rastiyê baş bibîne. Dawiya dawî siyaseta derve ya Tirkiyeyê li Rojava, li Herêma Kurdistanê û li vir xitimî. Pêdivî niha bi destpêkeke nû heye. Pêdivî bi pêvajoyeke nû heye.

 

Gelo Tirkiye jî weke we difikire?

 

Ger ên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin weke min nefikiriyana dê rê nedana aşkerakirina nameya Rêzdar Ocalan.  Ger weke min nefikiriyana dê nehiştana ev name bi daxuyaniyeke çapameniyê ji raya giştî re bê aşkerakirin. Ev name bi alîkarî û piştevaniya Tirkiyeyê derketiye derve. Derbarê gelek parlamenteran de ji ber ku li ser Rêzdar Ocalan çend gotin kirine doz dihatin vekirin. Lê niha ji bo aşkerakirina nameya Rêzdar Ocalan rê xweş dikin. Ev tê vê wateyê; Tirkiye dest bi pêvajoyeke nû dike. Ez wisa dibînim û wiha dinirxînim. Li tu derê cîhanê hema hema tu şer nemane ku bi aştiyê bi dawî nebibin. Hûn sed sal jî di şûna aştiyê de polîtîkaya şer bimeşînin jî di encamê de hûn neçar in rojek vegerin pêvajoya aştiyê. Lewre di vî şerî de tu kes bi ser nakeve. Şer tenê bi mirovan dide windakirin. Lê aştî di qezenca her kesî de ye. Aştiyeke bi rûmet dê dilê hemû aliyan xweş bike. Aştî dê bi xwe re aramî, hiqûq û edaletê bîne. Aştî dê qeyranên aboriyê ji holê rake. Aştî dê navbera te û hemû cîhanê xweş bike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst