Zanayê olî û helbestvanê Hewraman: Mela Hesenê Dizlî

10-09-2018
RÛDAW
Cihekî bilind yê kesayetiya Mela Hesen di dilê nişteciyên Dizlî de heye.
Cihekî bilind yê kesayetiya Mela Hesen di dilê nişteciyên Dizlî de heye.
Nîşan Mela Hesenê Dizlî Hewraman Zana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hewraman, gundê Weysya ku dikeve Hewramana Text li Rojhilatê Kurdistanê, kesayetiyeke navdar û helbestvan û zanayekî olî hatiye ser rûyê dinyayê, ku heta niha jî navê wî di nav piraniya nişteciyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de diyar e. Ew jî Mela Hesenê Dizlî ye.

 

Mela Hesen sala 1859ê zayînî li gundê Weysya yê Hewramanê, di malbata Merdoxiyên Hewramanê de ji dayik bû. Di temenê şeş saliyê de, li ba bavê xwe dest bi xwendinê kir. Piştî xwendina olî li navçeyê, hezkirin û meraqa wî li ser fêrbûn û xwendinê, bûn sedem ku ew ji bo xwendina zêdetir here Hewlêrê. Piştre jî li ba şêxên Barzan dest bi xwendina terîqetê kir.

 

Demekê vedigere Dizlî û li wir dibe mamoste. Ji bo fêrbûna şerîetê diçe Qahîre jî û li Zanîngeha Ezherê pileyên zanistî dixwîne.

 

Xemxwarî û kelecana war û welat wiha lê dikin ji bo xizmeta nişteciyên welatê xwe, dest ji statû û cihê xwe li Ezherê berde û piştî 9 salan vedigere nav çiya û kevirên Hewramanê.

 

Mela ji dema xwendekariyê û heta dema pîrbûnê, li ser pesndana welat, ol û evîndariyê helbest nivîsandin.

 

Hacî Saniye yek ji jinên bitemen ên gundê Dizlî ye. Wê di dema zaroktiyê de, Mela Hesen dîtiye û helbestên wî ji ber kirine. Niha jî hinek ji wan li bîra wê mane.

 

Hacî Saniye dibêje: “Mela Hesen di karûbarên civakî de çalak bû. Di hucreya xwe de gelek kes fêrî xwendinê kirine, ku beşek ji wan jin bûn.”

 

Mensûrê Suhrabî, balê dikişîne ser zanatî û bandora Mele Hesen li ser nişteciyên Dizlî û behsa kartêkirina wî di wê heyamê de dike.

 

Mensûr Suhrabî dibêje: “Mirovekî zana, rêzdar û sohbetxweş bû. Êdî eger ew mirov ne gotinxweş û qenaetker bûya, wê gotinên wî di nav dilê jin û mêrên Dizlî de heta niha bimana? Belê niha jî di dilê wan de ye û axînan ji bo wî dikişînin. Li Hewramanê, hertim cudahiya jin û mêran ji hev nebû û jin û mêran li ba Mela Hesen ders xwendine.”

 

Wekî ew bi xwe alîgirê helbest û edebiyatê ye û hezkirina kesayetiya Mela Hesen wiha lê kiriye helbestan jê re bêje û di kitêba xwe ya helbestan de jî çap bike.

 

Jiyana Mela Hesen hevdem bû ligel hukmdariya Mehmûdxan li Dizlî. Pêwendiya wan bi hev re xweş bû û Mehmûd Xan rêza wî girtiye û piştevanî lê kiriye.

 

Cihekî bilind yê kesayetiya Mela Hesen di dilê nişteciyên Dizlî de heye.

 

Hemexan ji wan kesan e ku ji zaroktiyê ve, helbest û serpêhatiyên Mela Hesen bandor lê kirine û berdewam bûyerên wê serdemê ji devê bitemenên gund berhev kiriye.

 

Hemexan diyar kir: “Taybetmendiya Mela Hesen jiyana sade bû, lewra xelkê ji wî hez kir, ew bi xwe diçû ji bo anîna daran, ji kesî re nedigot hinek dar ji min re bînin, ji kesî re nedigot xwarinê ji min re bînin. Bi giştî xelk jê re dibêjin Mela Hesenê Mehmûdxan. Di heyama wî de bû. Wî ew ji gundê Weysya anî vir. Ji hêla mala Mehmûdxan hemû kelûmel jê re diçûn. Pêwendiyeke wî ya baş bi Mehmûdxan re hebû. Çimkî Mehmûdxan jî mirovekî baş û rast û dirust bû. Mirovekî welatperwer bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst