Li Hewramanê ji ber Remezanê pîrozbahiyên Newrozê zû dest pê kir

10-03-2024
RÛDAW
Gundê Şiyanê Newroz hat pîrozkirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Gundê Şiyanê Newroz hat pîrozkirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Newroz Hewraman Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Hewramanê ya bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê îsal ji ber Remezanê pîrozbahiyên Newrozê zû dest pê kir.

Gundê Şiyanê wekî 20 salên borî îsal jî mazûvaniya Newrozê kir.

Xelk li gundê Şiyanê ku wekî navenda pîrozbahiyan e kom bû û agir pê xist û li ber stranan govend gerand.

Gelek welatî ji Sineyê û bajarên din çûn li Hewraman-Jaweroyê û wan Newroz bi cil û bergên netewî pîroz kir.

Îsal ji ber ku 21ê Adarê dikeve meha Remezanê, xelkê herêmê ji dema wê zûtir dest bi çalakiyên pîrozbahiyan kir.

Şahiyê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Piştre li ber stranên Newrozê govend hat gerandin.

"Silav li kesên ku kedan wan heye"

Ji beşdariyan Mihemed Arîf Ehmedî got:

“Silav li kesên ku kedan wan heye, yên li vir û yên ji dûr hatine.

Rêza me ji organîzatorên vê çalakiya neteweyî û hunermendên ku xwe berpirsyar dibînin û tên vir re heye.”

Her sal bi hatina Newrozê û sersala Kurdî li seranserê Kurdistanê şahî tên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst