Silêmanî (Rûdaw) – Berdevkê Tevgera Goran Şoriş Hacî li ser biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand: “Pêvajoya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yên li aliyên wê dane destpêkirin, neyasayî ye.”
Encumena Niştimanî ya Goran îro li Silêmaniyê civînek pêk anî.
Piştî civînê Berdevkê Tevgera Goran Şoriş Hacî konferanseke rojnamevaniyê li dar xist. Di konferansê de Hacî ragihand: “Di vê serdema hesas de, mijarên referandum û serxwebûnê ku mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye, ji bo berjewendiyên şexsî, divê neyên bikaranîn.”
Hacî diyar kir, ku pêwîst e referandum û serxwebûn ji bo xwedûrxistina ji pirsgirêkan neyê bikaranîn û got: “Ev mijar divê ji bo derbaskirin rêkeftinên petrolê yên nezelal, neyê bikaranîn.”
Şoriş Hacî herwiha destnîşan kir, ku bi hinceta referandum yan jî ji ber tiştekî din, divê hilbijartinên giştî neyên paşxistin û got: “Li gor nexşerêya Kurdistana serbixwe, divê referandum pêvajoya herî dawî be. Lê pêvajoya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yên li aliyên wê, dane destpêkirin, him siyasî ye û him jî neyasayî ye.”
Berdevkê Goran wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Goran, dê bername û peyama Newşîrwan Mistefa bidomîne. Li ser vê mijarê, ti hêz dê nikaribe li ber bisekine. Peyamên wî êdî peyamên gelê Kurdistanê ye. Ji bo avakirina civakeke serbixwe û aram, nexşerêya Newşîrwan Mistefa, bû hêviya hemwelatiyên me.”
Hacî amaje bi yekê kir, ku Goran têkoşîna ku Newşîrwan Mistefa ji xortaniya xwe ve daye destpêkirin dê bidomîne û got:
“Goran di vê çarçoveyê de ji bo ku bingeha dewleta Kurdistanê ku yasayên wê desthilat be û rûmeta welatiyên wê parastî be, herwiha ji bo ku kurd li welatê xwe yekîtî û aştiya civakî dabîn bike, dê hewl bide. Ji bo ku aliyên siyasî li ser bingeha hevsengiyê bi hev re bixebitin, dê têkoşînê bike. Îrada kesekî, partiyekê yan jî malbatakê, divê bi ser hemû gelê Kurdistanê neyê sepandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse