Serok Barzanî li ser Referandûmê got: Îro çi hat çandin sibe ew tê çinîn

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Referandum Serxwebûn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Îro çi hat çandin sibe ew tê çinîn.”

Îro salvegera 8emîn a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hat lidarxistin.

Xelkê Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 93 piştgirî da serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Serok Barzanî îro bi boneya salvegera referandûmê peyameke kurt belav kir û got:

“Welat ne nexşeyeke li ser kaxezê ye. Welat xwîn e û di rehên mirov de digere.”

Serok Barzanî her wiha amaje bi encma referandumê kir û got, “Îro çi hat çandin sibe ew tê çinîn.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst