Silêmanî (Rûdaw) – Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), parlementerê Fraksiyona Kesk a li Parlementoya Kurdistanê Ferhad Sengawî ji YNKê dûr xist.
Polîtburoya YNKê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di van rojên dawî de bêjerekî bi navê Ferhad Sengawî ku di lîsteya YNKê de bûye namzedê parlementoyê, di bajarokê xwe yê Sengawî yê kurdperwer de, tevî siyaseta lîstbazî û gotarsazî, tenê bi tenê 23 deng anîne. Dengên din ên di Kurdistanê de YNKê jê re dabîn kirine; ev zat e ku piştî raperînê her dem dibêje: ‘Baştirîn çareserî ji bo kurdan serxwebûn e, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê nawêrin biryara serxwebûnê bidin’ dema ku serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryara referandumê da, çû refên kampanyaya ‘Nexêr di niha de ji bo referandumê’. Ev siyaset jî, ji serî heta binî, dijî bîr û bawerî û programa YNKê ye.”
Herwiha di daxuyaniya YNKê de hatiye aşkerekirin: “Polîtburo di civîna êvara çarşema 9ê Tebaxa 2017an de biryar daye ku ji rêza YNKê were derxistin.”
Ev biryara YNKê di wê demê de ye ku Ferhad Sengawî li dijî pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê, beşdarî kampanyaya dengdana "Nexêr" bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse