Nêçîrvan Barzanî dê sibe beşdarî Kongreya YNKyê bibe

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî YNK Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe li Silêmaniyê 5emîn kongreya xwe li dar dixe.

Hat zanîn ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî kongreyê bibe û gotarekê pêşkêş bike.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, ji bo beşdarî 5emîn Kongreya YNKyê bibe Nêçîrvan Barzanî dê biçe Silêmaniyê.

Li gorî çavkaniyên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandiye, dê Nêçîrvan Barzanî di kongreyê de gotarekê pêşkêş bike.

27ê Îlonê bi beşdariya 600 delegeyan dê 5emîn kongreya YNKyê li Silêmaniyê bê lidarxistin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975an de li Şamê hat damezirandin.

Herwiha YNK endamê Sosyalîst Enternasyonalê ye jî.

YNKyê 17 sal piştî damezrandina xwe sala 1992yan li Hewlêr û Silêmaniyê yekemîn kongreya xwe bi beşdariya 793 delegeyan li dar xist.

Piştre di sala 2001ê de bi beşdariya hezar û 247 delegeyan kongreya duyemîn li Silêmaniyê hat lidarxistin.

Partiyê piştî 9 salan di sala 2010an de bi beşdariya hezar û 500 endam û delegeyan 3yemîn kongreya xwe pêk anî.

Piştî wefata damezrînerê partiyê, Sekreterê Giştî Celal Talebanî, di sala 2019an de 4emîn kongreya YNKyê bi beşdariya zêdetirî hezar endam û nûneran hat lidarxistin û YNK derbasî sîstema hevserokatiyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst