Rahênereke Amerîkî keçên Kurd fêrî xweparastinê dike

12-11-2018
RÛDAW
Nîşan Rahêner Amerîkî Kurd Xweparastin Rahênan Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lenya ji avahiya zanîngehê derketibû û dixwest biçe malê, destê xwe ji taksiyekê re radike, piştî ku siwarî taksiyê dibe, şofêrê taksiyê jê re dibêje: “Malbata te çawa dihêle tu di vê derengê şevê de bi taksiyê biçî?" Lenya jî bersiv dide û dibêje: “Malbata min bi exlaq e û wisa bawer dikin ku kesê min digihîne malê weke wan bi exlaq e.”

 

Lenya ji wê gotina şofêrê mat mabû dema şofêr gotibû “em her roj bextê xwe diceribînin, yan digre yan nagire, diyar e tu ne ji wan î”. Dema guhên Lenya van gotinan dibîze, jê dixwaze ku taksiyê bide sekinandin û ji otomobîlê dadikeve û deriyê wê bi tundî digre û ji şofêr re dibêje: “Bawer bike tiştê ku tu li hember keça xelkê dikî, hinek kes jî li hember keç û xwişka te dikin.” Şofêr bi ken gotiye, “dilê me mezin e".

 

Lenya li gel sê hevalên xwe taksiyek kirê kirine û her roj bi wê taksiyê diçûn û dihatin, lê wê rojê şîna şofêrê taksiyê hebûye. Lenya dibêje: “Şofêrê me kesekî gelek bi aqil û bi exlaq e, lê gelek şofêrên taksiyê hene ku dibêjin qey bi gotinekê yan bi destlêdanekê diçin bihiştê, gelek bi wêrekî û bê tirs dema karên min ên bilez derdikeve bi taksiyê diçim û ji bo kesên wisa bersiva min heye. Carek şofêrekî xwest destê xwe bide çoga min, min destê wî gez kir, hindik mabû otomobîl qeza bike, nabe tu bitirsî, egerna tiştên xirab dikin.”

 

Ji ber ku bûyerên bi vî rengî çendîn car qewimîne, fikra "xweparastinê" hatiye bîra Alîkarê Rêveberê Giştî yê Rûbirûbûna Tundiya li hember Jinan Arî Refîq.

 

Arî Refîq ji Rûdawê re behsa fikra xwe kir û got: “Destpêka sala 2017an, Rêxistina Koç û Koçberan ji rêveberiya me daxwaz kir ku em projeyekê pêşniyar bikin û ew jî li ser bixebitin. Me jî projeya 'xweparastinê' pêşniyar kir, lê belê di cîbicîkirinê de cidî nebûn, lewma me jî daxwaza xwe gihande ajansa Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên jinan 'UN Women' bi hevbeşiya li gel Yekîtiya Ewropayê.”

 

Refîq behsa hûrgiliyên projeyê kir û got: “Ji bo projeyê 86 hezar dolar hat terxankirin, di Hezîrana îsal de dest pê kir û salek û çar meh diajo. Ez serperiştyarê projeyê me û li gel sê kesên din em li rêveberiya xwe cîbicî dikin. Herwiha tîma UN Women alîkarên me ne û karên me hêsan dikin.”

 

Ji bo vê projeya nû rahênereke biyanî hatiye Kurdistanê. Arî Refîq dibêje: “Pêwîstiya me bi anîna rahênerek hebû ku di warê teknîk û fîzîkê de pispor be û bikare bi awayekî pratîk jin û keçan fêrî parastina xwe bikin. Rahênera me jineke Amerîkî ye û berî niha li Urdinê di vî warî de xebitiye û ezmûna wê heye.”

 

Destpêkê karmend û fermanberên Rêveberiya Rûbirûbûna Tundiya li Hember Jinan têne perwerdekirin, ku çawa xwe biparêzin. Arî Refîq dibêje: “Di nav deh rojan de 15 jin hatin perwerdekirin. Piştî ceribandinê, 7 ji wan weke rahêner hatin hilbijartin, ku di qonaxên dahatû de keçên din perwerde bikin û xeleka perwerdeyê berfireh bibe, bi awayekî ku seranserê Herêma Kurdistanê bigre.”

 

Arî Refîq behsa armanca projeyê dike û dibêje: “Armanca me bihêzkirina jinan e, daku jin bi beden û zendeke bihêz, nehêlin tacîz û destdirêjî were kirin, ji ber ku destdirêjî û tacîz zêde belav bûye.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst