Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ev 2 meh in li Stenbolê wenda ye

24-05-2023
RÛDAW
Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ev 2 meh in li Stenbolê wenda ye
Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ev 2 meh in li Stenbolê wenda ye
Nîşan Hoşeng Eyûb Wendabûn Emîne Mihemed Şerîf Eyûb Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Hoşeng Eyûb ê 53 salî ku bi serdan çûbû Stenbolê, ev 2 meh in winda bûye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Riyad Eyûb birayê Hoşeng ji Rûdawê re ragihand ku Hoşeng Eyûb ji 4 mehan ve ji Almanyayê çûye Tirkiyê û li Stenbolê bicih bûye û xwestiye li wir bijî û di heman demê de iqameya wî ya Almanyayê jî heye, ji 16 meha Adarê ve winda bûye û heta niha ew tiştekî li ser çarenivîsa wî nizanin.

Riyad Eyûb da zanîn ku herî dawî roja 16 Adarê demjimêr 4:38 xulek li taxa Aksaray a Stenbolê winda bûye lê ew bi xwe li taxa Yusuf Paşa ya Stenbolê dima û ji wê demê ve peywendî pê re qut bûye.

Malbata wî dibêje ku ti peywendiya Hoşeng Eyûb bi siyasetê re tune ye.

Emîne Mihemed Şerîf Eyûb xwişka Hoşeng Eyûb beşadarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê birayê xwe Hoşeng Eyûb de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Emîne Mihemed Şerîf Eyûb diyar kir ji bo ku li birayê xwe bigerin ew çûne Stenbolê li wê derê ti derek nemane ku lê geriyane û li her derê peywendîdar gilî kirine.

Herwiha Emîne Eyûb dibêje ku wan parêzerek girtine lê parêzerên wan bi kêr nehatiye û deverên wek girtîgeh û kampên ku parêzer xwestine biçe bigere lê naçe nagere.

Xwişka Hoşeng Eyûb da zanîn birayê gotiye ku sebra wî li Almanyayê naye û xwestiye vegere lê beriya ku hevdû bibîne wenda bûye hev nedîtine.

Emîne Eyûb anî ziman ku 2 hevalên Hoşeng li Stenbolê hebûne û wiha got “Zilamê min jî çû ba wan, navê yekî Ebdullah e û navê yekî Ebûl Mecîd e. Ev her du ne. Ê min ez dibêjim şika min ji Ebdullah û yê din jî diçe. Xuyaye destê wan tê de heye. Wexta ku destê wan tê de nebûna, çima xwe didine alî? Em telefonî wan dikin, bersiva telefonan nadin. Ev ji bajarê Sûriyê ne û Kurmanc in.”

Emîne Eyûb diyar kir ku ew nizanin ku birayê hatibe girtin an na û daxwaz kir çi kesê ku xeberekê ji Hoşeng Eyûb bihîstin agahiya wan pê bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst