DAIŞê li Xurmatû ji 3 milan ve êrîşî çeperên pêşmerge kir

16-08-2017
RÛDAW
Nîşan Xurmatû Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Xurmatû (Rûdaw) – Li rojavayê navçeya Xurmatû, çekdarên DAIŞê ji 3 milan ve êrîş anîne ser çeperên Hêzên Pêşmerge. Piştî şer û pevçûnên tund, pêşmergeyan êrîş şkînand.  

 

Efserê Lîwaya 11 a Hêzên Pêşmerge li Xurmatû Raîd Kameran Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ku demjimêr 11.00ê şeva derbasbûyî (15-08-2017), çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Zerge ve êrîşê çeperên Lîwaya 11 kir.

 

Ehmed da zanîn, ku pêşmergeyan bersiv dana êrîşê û têk birine.

 

Hêjayê gotinê ye, ku di nava 2 mehên derbasbûyî de DAIŞê çendîn caran ji mehan eniyê ve êrîş anîne ser çeperên pêşmergeyan lê serkeftî nebûne.

 

Gundê Zerge ya Xurmatû dikeve qontara Rêzeçiyayên Hemrînê, ku DAIŞê di dema dawiyê de ev herêm weke “Wîlayeta Cebel” (Wîlayete Çiya) ragihandibû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst