'Saet sisê kêm 10 deqîqe, Kobanî rizgar bû'

26-01-2024
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Rizgarkirina Kobaniyê Kobanî YPG YPJ Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 9 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn.

Kobanî ew bajar e ku Kurd hemû kirin yek û bû destpêka têkçûna rêxistina DAIŞê.

4 mehan piştî şerekî giran, roja Duşemê, 26ê Kanûna Paşîna 2015an, saet sisê kêm 10 deqîqeyan Kobanî hat rizgarkirin û ji çekdarên DAIŞê ji bajarê Kurdan hatin derxistin.

Berxwedana Kobaniyê

Rejîma Sûriyeyê navê Kobaniyê kiribû "Eyn El Ereb", DAIŞê jî navê "Eyn El Îslam" li Kobaniyê kiribû.

Lê bajarê Kobaniyê ew her du nav jî red kirin û wekî navê xwe yê esîl û Kurdî ma.

Kobanî bi qehremaniya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û bi alîkariya Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navneteweyî rizgar bû.

Êrişa giran

Kurdên ji her 4 perçeyên Kurdistanê ji bo rizgarkirina Kobaniyê  şehîd dan, li goristana wî bajarî jî nav û nasnameyên wan şehîdan hene.

Çekdarên DAIŞê 15ê Îlona 2014an, bi çekên giran ku li Mûsilê bi dest xistibûn, êrişeke giran bire ser bajarê Kobaniyê û derdora wê.

DAIŞê derdora ji sedî 80yê bajarê Kobaniyê kontrol kir û nêzîkî 500 hezar welatî koçber û derbider bûn.

Kurd li Kobaniyê bûn yek

Lê belê Kurd li Kobaniyê bûn yek. Berxwedana YPG û YPJyê û cihgirtina Pêşmergeyan a li kêleka şervanan di şer de hêviya serkeftinê zêdetir kir û nîşan da ku "Kobanî nakeve."

Hêzên Pêşmerge 31ê Çiriya Pêşîna 2014 bi biryara Parlementoya Kurdistanê û îmzekirina Serok Mesûd Barzanî derbasî Kobaniyê bûn.

Bi gihiştina Pêşmergeyan guherîn di hevkêşeya şer de çêbû, êdî hêzên Kurdî YPG, YPJ û Pêşmerge li hemberî çekdarên DAIŞê dest bi êrişê kir û wan bi hev re DAIŞ têk bir.

Destpêka têkçûna DAIŞê

Piştî 134 rojan ji şerê berdewam, roja 26ê Kanûna Paşîna 2015an, bajarê Kobaniyê bi temamî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Şikestina DAIŞê li Kobanî ji aliyê şervanên YPG/YPJ û Pêşmergeyan ve dest pê kir û bû destpêka têkçûna wê rêxistinê.

Di encama êrişên DAIŞê de wêraniyeke mezin li Kobaniyê çêbû lê xelkê ku ji ber şer koçberî Başûr û Bakurê Kurdistanê bûbûn, piraniya wan, piştî rizgarkirina bajêr vegeriyan û wan careke din dest bi jiyana xwe ya asayî kir û bajar her di geşbûna xwe de didomîne.

Xelkê Kobaniyê mil da hev û wan wêraniya ku DAIŞê li oey xwe hişt kir cihê vejîna Kobaniyê.

Dema êrişên DAIŞê di asta xwe ya herî gur de bûn û şervanên Kurdan bi berxwedaneke efsanewî Kobaniya xwe diparast, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 7ê Çiriya Pêşîna 2014an gotibû, "Kobanî ha ket, ha dikeve."

Şervanekî YPGyê 26ê Kanûna Paşîna 2015an rizgarbûna Kobaniyê û ketina DAIŞê bi gotinên, "Saet sisê kêm deh deqîqe, Kobanî Rizgar bû" ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst