Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serkirdatiya PDKê, Hêmin Hewramî ji Rûdawê re ragihand, PDKê bi şêweyeke rasterast dest bi têkiliyên bi Goranê re kiriye û tekez kir, PDK razî bûye ku bê merc Parlamentoya Kurdistanê were çalakkirin.
Hêmin Hewramî ku şeva duşembiyê 17ê Tîrmeha 2017ê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya kanala televiyona Rûdawê bibû, da xuyakirin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji duh yekşembiyê 16ê Tîrmehê ve bi awayekê rasterast pêwendî bi Tevgera Goranê re kiriye.
Hêmin Hewramî got, di vê pêwendiya rasterast de PDKê daxwaza civîna du alî û rûbirûbû ji Goranê kiriye.
Hewramî da zanîn, ku ew pêwediya rasterast û daxwaza civîna bi Goranê re “li ser raspardeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî” bûye.
Hêmin Hewramî destnîşan kir, wan bi awayekê fermî daxwaza xwe pêşkêşî Goranê kiriye û niha ew li benda bersiva fermî ya vê tevegerê ne.
Berpirsê PDKê amaje bi wê yekê jî kir, ku “PDK bi armanca serxistina referandumê dest ji mercên xwe berdaye” û razî ye ku Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Yûsif Mihemed vegere ser erkê xwe.
Hêmin Hewramî da zanîn: “Niha PDKê bo çalakkirina parlamentoyê ti merc nîne, û ti mercy ji ti kesî jî qebûl nake.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse