Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartinên vê carê yên Îraqê “gelekî girîng” û “qonaxeke gelekî hestiyar” in.
Nêçîrvan Barzanî ji xelkê Kurdistanê û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwest ku “dengê xwe bidin PDKyê”.
Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku qonaxa bê ya li Îraqê qonaxa bicihanîna destûrê ye, ji ber vê yekê ev hilbijartina Parlamentoya Îraqê wekî hilbijartineke “gelekî girîng” bi nav kir û got:
“Divê em PDKyê bi awayekî gelekî xurt bişînin Parlamentoya Îraqê”.
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Dema mijar dibe doza Kurd û mafên wan, PDKyê wekî xwedî mal dibînin” û wiha anî zimên, “PDK li kû derê be, avadanî li wê derê ye.”
“Divê em PDKyê bi hêz bişînin Bexdayê”
Alîkarê Serokê PDKyê amaje pê kir ku “ev hilbijartin, hilbijartineke asayî nîne” û axivî:
“Ez dixwazim ji we re bibêjim ku ev qonaxeke gelekî girîng e li Îraqê, berê me qonaxek hebû ku hikûmeta nû ya Îraqê hat damezirandin, destûr hat nivîsandin û pênaseya Îraqê hat kirin, lê pişt re Îraq ket nava gelek pirsgirêkan, wekî şerê navxweyî û şerê DAIŞê.”
Ji ber vê yekê Nêçîrvan Barzanî got, “Ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê girîng in, ji ber ku li Îraqê destpêkek çêdibe ku ew jî bicihanîna destûrê ye.
Ev qonax ji bo PDK û xelkê Kurdistanê gelekî girîng e û divê em soza xwe ji bo şehîd û Pêşmergeyên xwe yên qehreman ducare bikin û bi coş û kelecan beşdarî hilbijartinan bibin.”
Nêçîrvan Barzanî spasiya ji bo meaşan spasiya karmanedan kir û got:
“Neyarên Kurdistanê wisa dizanîbûn ku bi nedayîna heqdestên wan, ew dê rêyên din bigirin ber xwe.
Lê mûçexwaran careke din îsbat kir ku PDK pêşeng e, dev jê bernade û em ber bi serfiraziyê ve diçin.”
“Daxwaza yekrêziyê dikim”
Alîkarê Serokê PDKyê tekez kir eger PDK li Bexdayê bihêz be, Kurdistan bihêz e lê eger PDK lawaz be, Kurdistan lawaz dibe.
Di bangeşeya PDKyê ya li Hewlêrê de, Nêçîrvan Barzanî peyamek da aliyên Kurdistanî û got:
"Em daxwaza yekrêziyê li Bexdayê dikin, li Herêma Kurdistanê jî em daxwaza karkirina bi hev re dikin.
Divê li Bexdayê ji bo mafên Kurdistanê hemû partî yekrêz û yekdeng bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse