Daxwaza guhertina nûnerên ENKSê yên li Cinêvê hat kirin

24-03-2017
RÛDAW
Nîşan ENKS Siyamend Haco Danûstandinên Cinêvê Guhertin Cinêv
A+ A-

Cinêv (Rûdaw) - Endamekî Komîta Têkiliyên Derveya ENKSê daxwaza guhertina her du nûnerên ENKSê yên di danûstandinên Cinêvê de dike,

 

Serokê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê Siyamend Haco ku di heman demê de Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Emcumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, daxwaza guhertina her du nûnerên ENKSê yên di danûstandinên Cinêvê de kir.

 

Ebdulhekîm Beşar û Fuad Elîko bi nûneratiya ENKSê di hevdîtin û muzakereyên Cinêvê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de beşdar in.

 

Siyamend Haco dibêje, ev her du kes ku nûneratiya ENKSê û Kurdan di danûstandinên Cinêvê de dikin, bi rola xwe ranabin, û bi awayekî praktîkî beşdariyê di danûstandinan de nakin.

 

Haco dide xuyakirin, ku çavdêrên navdewletî dibêjin, bi tenê taybetmendiyeke van her du kesan di danûstandinan de heye, û ew jî bêdengiya wan ya berdewam e.

 

Ev yek di demekê de ye, ku gera 5emîn a danûstandinên Cinêvê yên di navbera şandên hikûmet û dijbereya Sûriyê de ji bo çareserkirina krîa Sûriyê dest pê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst