Serokê nû yê ENKSyê: Pêwîst e em çalakiyên xwe yên siyasî xurt bikin

19-11-2023
RÛDAW
Nîmet Dawûd bû serokê nû yê ENKSê
Nîmet Dawûd bû serokê nû yê ENKSê
Nîşan ENKS Nimet Dawûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê nû yê ENKSyê Mihemed Nemat Dawûd ragihand ku pêwîst e ENKS çalakiyên xwe yên siyasî xurt bike.

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) guherî û serokê nû bû Mihemed Nemat Dawûd.

ENKSyê ji nû ve sîstemek ji rêxistina xwe re danî û guhertineke rêxistinî çêkir.

Hinek aliyên nû derbasî nav ENKSyê bûn û hinek ji nava wê derketin.

ENKSyê herwiha serokekî nû ji xwe re hilbijart.

Serokê nû yê ENKSyê Serokê Partiya Wekheviya Kurdî li Sûriyeyê Mihemed Nemat Dawûd e.

Nimet Dawûd beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Pêwîst e ENKS çalakiyên xwe yên siyasî xurt bike.”

Nimet Dawûd diyar kir ku ew dê navbeynkariyê di navbera HSD û eşîretên Ereban de bikin.

Dawûd herwiha da zanîn ku desteya serokatiya ENKSyê 3 endam li xwe zêde kirine.

Niha di nava Encumena Kurdî de 22 partî û rêxistin hene lê hebûna jinan di nava wê de kêm e.

Partiya herî mezin di nava wê de Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) ye.

5 kursiyên PDK-Syê hene, piştre partiya Yekîtî tê û wê jî 4 kursî hene.

Piştî civîna ENKSyê ya 13ê Çiriya Paşînê erkên endaman wiha hatin belavkirin:

  • Mihemed Nemat Dawûd bû Serokê ENKSyê
  • Silêman Oso bû Cîgirê Serokê ENKSyê
  • Feysel Yûsif bû Berdevkê Fermî yê ENKSyê
  • Mihemed Îsmaîl bû Nûnerê ENKSyê yê di Serokatiya Bereya Aştî û Azadiyê de
  • Fesla Yûsif bû sekreter

Herwiha Zehra Ehmed, Ebdulbarî Xelef û Serhan Îsa jî wekî endam hatin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e