Salih Muslim: YPG amade ye li kêleka gelê kurd li Başûrê Kurdistanê be

26-09-2017
RÛDAW
Nîşan YPG PYD Salih Muslim. Rojvayê Kurdistanê Referandum Serxwebûn Giştpirsî Kurdistan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim Salih Muslim ragihand ku ewê berevaniyê di ber Kurdistanê de bikin eger êrîş li ser bê kirin.

 

Hevserokê PYDê Salih Muslim ji rojnameya Şerq el-Ewset re ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amade ne li kêleka gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê rawestin, eger ew tûşî çi êrîşê bibe.

 

Muslim herwiha got ku giştpirsî mafekî asayî ye ji bo her kesî û em piştgiriya wê yekê dikin ku gel dengê xwe bide û mafê xwe bikar bîne.

 

Hevserokê PYD nîşan bi wê yekê da ku cudabûna di navbera helwestên aliyên kurdî de, tiştekî navxweyî ye, lê eger gelê kurd tûşî çi kêşeyê bibe, ewê pê re bin.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Muslim got ku YPG ji bo parastina gelê Kurd e û dê li kêleka Kurdên Başûrê Kurdistanê rawestin, eger çi êrîş li dijî vî gelî bibe.

 

Di heman çarçoveyê de jî, hevseroka Encûmena Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif li ser pêgeha xwe ya twîterê ragihandibû ku deriyê sînorî yê Sêmalka û deriyên din jî, dê li ber Kurdên Başûrê Kurdistanê vekirî bin û dê kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya wan bikin eger metirsî yan êrîş yan dorpêçek li ser kurdên Başûrê Kurdistanê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst