Dîdara 3yem a Diyaloga Sûrî – Sûrî birêve diçe

27-03-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li bajarê Kobanî 3yemîn Foruma Diyaloga Sûrî-Sûrî ji aliyê MSDê ve hate lidarxistin
Li bajarê Kobanî 3yemîn Foruma Diyaloga Sûrî-Sûrî ji aliyê MSDê ve hate lidarxistin
Nîşan Rûdawa Rojava Dîdar Diyalog Sûrî - Sûrî
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî 3yemîn Foruma Diyaloga Sûrî-Sûrî ji aliyê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ve hate lidarxistin.

 

Hevserokê MSDê Riyad Derar ji Rûdawê re ragihand, ew dixwazin dîdara wan ji bo hemû pêkhat û aliyên Sûriyê be, herwiha ew civîn derfeteke ji bo gihandina dengên wan, ji bo hikûmeta Sûriyê.

 

Ji bo cara sêyem, lê vê carê li bajarê Kobanî, dîdara Sûrî - Sûrî birêve diçe. Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) bi rêya beşdarîkirina opozisyona navxweya Sûriyê ya nêzîkî Şamê, dixwaze rêya danûstandinan bi hikûmeta wî welatî re careke din xweş bike.

 

Hevserokê MSDê Riyad Derar ji Rûdawê re ragihand: “Bi rêya wan em dê dengê xwe bigihînin. Tiştê ku aliyê desthilata Sûriyê nikare bibihîze, em ê bihêlin ku bibihîze. Ji ber ku ew li gel me rûnane. Diyalogên me ne li gel wê ne, diyalogên ku di dema bûrî ya nêzîk de hatin kirin, tenê derbarê hinek pirsan de bûn, niha ew bi awayekî bêhtir cidî dibihîzin. Lewma em dizanin ku ew gotinan vediguhêzin û em dixwazin ku gotinan veguhêzin. Herwiha em dizanin ku desthilatê ew li gel xwe kişandine, lewma em dixwazin bi diyalogeke Sûrî ve, ku hemû bibihîzin.”

 

Di heman çarçoveyê de, Seroka Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdistanê dibîne ku, tevî girîngiya gotûbêjan bi aliyên din ên Sûrî re, lê ji her tiştî girîngtir di qonaxa niha de, Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye.

 

Seroka Partiya Şepêla Pêşerojê Narîn Metînî ji Rûdawê re diyar kir ku "ew daxwaz dikin, miletê Kurd û partiyên Kurdî kongreyeke netewî ya niştimanî li Qamişloyê li dar bixin û nêrîna Kurdî ava bikin, daku karibin mafê gelê Kurd biparêzin di Sûriyeya pêşeroj de, em weke Şepêla Pêşeroja Kurdistanê doz dikin ku ev rejîma Beis birûxe, bikeve û hilweşe, em dixwazin krîza Sûriyê û mafê gelê Kurd çareser bibe di civata navdewletî de".

 

Dîdara Sûrî - Sûrî her çar mehan carekê ji aliyê MSDê, baskê siyasî yê HSD vet ê lidarxistin, ku têde 135 kesayetên siyasî û serbixwe ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên heyî tên vexwendin , lê partiyên Kurdî yên derveyî Rêveberiya Xweser nayên vexwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst